Hesen Îbrahîm Ebabekir

Hesen Îbrahîm Ebabekir Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê di sala 1985an de li zindana Ebû Xirêb hat bidarvekirin.


Şehîd Hesen Îbrahîm Ebabekir di sala 1953’an de li gundê Rostê yê ser bi herêma Balekayetî ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, li gundî dijiya û cotkarî dikir, heta dibistana seretayî xwend bû û zewicî bû, di sala 1972an de tevlî Şoreşa Îlonê dibe û bûye pêşmerge û piştre bû berpirsê rêxistina leşkerî. Di şerên Gelyê Omer Axa, Zozik, Hindrîn û Hacî Omeran de beşdar bûye. Di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, koçberîÎ ranê bûye. Di sala 1981ê de di şerê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê de birîndar dibe û di sala 1983 de, di dema çalakiyên xwe yên Pêşmerge de ligel birayê xwe Bekir Îbrahîm Ababekr, ku ew jî Pêşmerge bû, li quntara Çiyayê Helgurdê dikeve kemîna çeteyên Iraqê û birîndar dibe û tê girtin û di sala 1985’an de li girtîgeha Ebû Xirêb hatiye bidarvekirin.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şakir Elî Mistefa

Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.

Agahiyên bêtir