Esed Wisyen Xefur Hisên

Esed Wisyen Xefur Hisên, kadirê rêxistinî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Zîndanî yê siyasî bûye û Pêşmergeyê raperîna cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û di sala 1991 an de li azad kirina bajarê Silêmaniyê de li ber avahiya Emne Sureke ya li Silêmaniyê hatiye şehîd kirin.


Şehîd  Esed Wisyen Xefur Hisên, di sala 1972 an de li bajarê Helepçeyê ji dayik bûye û heta pola çarem ya qonaxa amadehiyê xwendiye. Di sala 1989 an de ji aliyê emna giştî ya Be'es ve li bajarê Silêmaniyê hatiye destgîr kirin û heta salek û çar mehan zîndanî bûye û fermana sêdaredanê ji bo wî derketiye, lê belê ji ber raperîna Şîeyên bajarê Necef û Kerbela ya di sala 1991 an de ji zîndanê xwe rizgar kiriye.

 

Di sala 1983 an de ji bo bûna bi Pêşmerge çûye gundê Ehmed Awa, lê belê ji ber biçûkbûna temenê wî ji aliyê Fermandeyên Hêzên Pêşmerge ve nehatiye wergirtin. Di sala 1983 an de piştî vegerana ji çiya raste rast peywendiyê bi milên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Bûye kadirê li mil yê Hewraman Osman ku berpirsê rêxistinê bûye û ser bi Lîjneya Navçeya Helepçe ya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kadireke rewşenbîr û çalak bûye û serpereştiya komek çalakiyan kiriye.

 

Li tişrîna yekem ya sala 1989 an de Esed Wisyen Xefur ji bo encamdana civîna bi milên nihênî yên wê deverê, çûye gundê Bayncanê ya li nêzîkî bajarê Silêmaniyê. Lê belê yek ji beşdarbûyên civînê xwefiroş bûye û dem û cihê civînê eşkere kiriye. Ji ber wê yekê Esed li nav gund de ji aliyê serbaz û kadirên hewalgiriya rejîma Be'es ve hatiye dorpêç kirin û destgîr kirin. Paşê ew veguhestine girtîxaneya mezina bajarê Silêmaniyê û piştî neh mehan zîndanî kirinê ew şandine Menzumeya Şîmalî ya Kerkûkê. Her li wir biryara sêdaredanê ji bo wî derketiye. Ji bo bi cîhkirina biryara Dadgeha Sewre (Şoreş) ya Iraqî Esed veguhestine girtîxaneya Necefê. Lê belê ji ber raperîna xelkê bajarê Necefê û têkçûna rewşa emnî ya bajar, Esed Wisyen Xefur derfetek dibîne û ji zîndanê xwe rizgar kiriye. Pêşmergeyê raperîne cemaweriya xelkê Kurdistanê bûye.

 

Li 7 ê Adara sala 1991 li girtina binkeya Polîsên Bayncanê de fîşek li ber lingên wî ketiye û birîndar bûye. Piştî wergirtina çareseriyên pêwîst biryar daye ku ranawestê û li operasyona raperînê de beşdar bibe.

 

Li 8 ê Adara sala 1991 an de li azad kirina bajarê Silêmaniyê, li Emne Sureke ya bajarê Silêmaniyê de ketiye kemîna serbazî ya rejîma Be'es û di destpêkê de bi narincoka destî li ber deriyê Emne Sureke bi dijwarî birîndar bûye. Piştî rabûna li ser xwe û berdewamî kirina li êrîşa li ser Emne Sureke de, li nav deriyê baregehê ji çend aliyek ve çendîn fîşek li ber ketine û ji ber zêde berketina fîşekan tevahiya laşê wî têk çûye û şehîd bûye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir