Elî Mehmud Miradxan Keyanî

Elî Mehmud Miradxan Keyanî, di sala 1959 an de peywendiyê bi rêxistina nihênî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1961 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û di sala 1968 an de şehîd bûye.


Şehîd  Elî Mehmud Miradxan Keyanî, di sala 1945 an de li gundê Hesen Awa yê ser bi nahiye ya Sîrwan ya parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Barzaniyê Nemir nas navê dayika Kurdistanî bi dayika Elî Mehmud bexşiye.

 

Di sala 1959 an de peywendiyê bi rêxistina nihênî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li milê nihênî ya hêza Şemêranî ya ser bi hêza Xebat de bûye endam. Di sala 1961 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li Leqa Newrolî ya hêza Şemêran ya ser bi hêza Xebat ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge.

 

Di sala 1963 an de beşdariya şerên destana Pirdî Zelm û şerê çiyayê Zozik li nahiye ya Diyana ya parêzgeha Hewlêrê û şerên devera Newrolî û devera Şemêranî ya li parêzgeha Silêmaniyê de kiriye. Di sala 1964 an de pileya Serpelî li Leqa Newrolî ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de wergirtiye.

 

Di sala 1968 an de yek ji şer û bersîvdana êrîşa artêşa Iraqê ya li deştî Şarezûr de fîşek li ber ketiye û şehîd bûye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir