Ehmed Mistefa Miluk Xidir

Ehmed Mistefa Miluk Xidir, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û di sala 1974 an de li devera Nawpirdan şehîd bûye.


Şehîd Ehmed Mistefa Miluk Xidir, di sala 1935 an de li gundê Cinêrawe ya bajaroka Rewandiz ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û karê cotkariyê kiriye û xêzandar bûye. Di sala 1961 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li Baregeha Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de li cem Dr Mehmud Osman bûye Pêşmerge û beşdariya gelek şerên li devera Soran û Balekayetiyê de kiriye. Di sala 1974 an de li devera Nawpirdan ji ber topbarana rejîma Be'es ve şehîd bûye.


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir