Ehmed Mihemed Ezîz

Ehmed Mihemed Ezîz, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û di sala 1970 an de li şerê Kelekîn de hatiye şehîd kirin.


Şehîd Ehmed Mihemed Ezîz, di sala 1943 an de li bajaroka Sîdekan ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn û karê cotkariyê kiriye û xêzandar bûye.

 

Di sala 1961 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li Betalyona Hacî Bêroxî de bûye Serpel  ku ser bi hêza Balek bû û beşdariya şerên Zozik û Gerûyê Omer Axa û Sertîz û Spîlkê de kiriye. Li 27 ê kanuna yekem ya 1970 an de li şerê Kelekîn ya Serçiya yê nahiye ya Xelîfan de bi gulleya rejîma Iraqê şehîd bûye.


 


Çavkanî:

1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


Gotarên Têkildar

Şakir Elî Mistefa

Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.

Agahiyên bêtir