Jiyanname
Di sala 1920’an de li gundê Babkê yê navçeya Pîranê ya girêdayî navçeya Mêrgasorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, Piştî ku çû Yekîtiya Sovyetê, ew zewicî û du zarokên wî hene.
Ebdulrehîm Abdullah piştî ku ji Yekîtiya Sovyetê vedigere, di sala 1959an de li Ofîsa Çandiniyê ya Hewlêrê kar dike, piştî têkçûna şoreşê û koçberbûna wî bo Îranê, di sala 1976an de vegeriya Başûrê Kurdistanê û li Kanî Qirjale hat damezrandin, paşê çû bajarê Kelekê, bi kurdî, erebî û rûsî baş dizanibû, di 13'ê Kanûna duyek a 2005'an de li Hewlêrê koça dawî kir û li goristana Babkê hat veşartin.
Xebatname
Di sala 1943an de tevlî refên Şoreşa Barzan a Duyemîn dibe û beşdarî şeran dibe, di 19ê Tebaxa 1945an de bi biryara Dadgeha Urfî ya leşkerî ya Iraqê hemû mal û milkên wî yên veguhestî û neguhestî hatin desteserkirin.
Piştî rûxandina Şoreşa Barzan a Duyemîn di 11ê Cotmeha 1945an de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû, di 31ê Adara 1946an de di nava hêzên Barzanî yên Artêşa Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê bû Pêşmerge û di şerên Eniya Seqiz a Komara Demokrat a Kurdistanê de beşdar bû.
Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, yek ji wan pêşmergeyan bû ku di 19'ê Nîsana 1947'an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) di nava axa Bakurê Kurdistanê re vegeriyane deverên Şêrwan û Mizûriyan.
Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15ê Gulana 1947an de li gundê Ergoş bi hevalên xwe re civînek li dar xist û serpişk kirin ka bimînin yan biçin Sovyetê, li wir hemû rêhevalên wî biryar dan ku berdewam bikin û biçin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.
Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.
Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.
Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.
Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25'ê Sibata 1959'an de li gorî xalên 3 û 7'an û birga (a) ya xala 10'an û xala 11'an a zagona guherandinê ya sala 1959'an ji bo wî û hevalên xwe efûya giştî hat dayîn.
Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, navhatî di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê.
Di sala 1961ê de beşdarî Şoreşa Îlonê dibe û beşdarî şeran bûye, di sala 1975’an de piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê Wek penaber çûye Îranê, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe.
Çavkanî:
-
Heyder Farûq El-Sameraî, ziyaa Ce'fer wedewruhu elsyasî we îqtîsadî fî El-Îraq, (lenden – darulhikme - 2016m).
-
Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
-
×mir [arûqî, serdar dana zindgî û mbarzat merhum Mela Mistefa Barzanî, çap dum, (hewlêr - çapxaney wzart amuzş û prurş - 2002).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîra Barzan Di Navbera 1931 - 1991, Çapa 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001).
-
Ebdullah Xefûr, Ferhenga Erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Weşanên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Yekîtîya Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
-
Kovara Hetaw, Hejmar 154, Sal 6, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, În, 15.04.1959.
-
Di bîranîna fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî de, 62 rojên bi Barzanî re, çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
-
Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zibîdî, sewret 14 temuz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - darulirşîd lilnişir - 1979m).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
-
Necef Qulî Pisyan, ji Mehabadê xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa 1., (Pîrmam - Yobîla Zêrîn ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - 1996).
-
Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.