Jiyanname
Ebdulla Silêman Ebdulrehman di sala 1920’an de li gundê Barzan ê navçeya Barzan a girêdayî navçeya Mêrgasorê a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21'ê Hezîrana 1932'an de tevî malbata xwe koçberî Komara Tirkiyeyê bûye. Piştî ku çû Yekîtiya Sovyetê, li wir bi jineke bi navê Yuşka re dizewice û du kur û keçeke wan a bi navê Nacîh, Nacî û Amîna hebûn. Ebdullah Silêman li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û di warê çandiniyê de bawernameya xwe wergirtiye, piştî ku vedigere Kurdistanê, di sala 1959an de li Ofîsa Çandiniyê ya Bleyê kar dike, bi zimanên Kurdî, Erebî û Rûsî baş dizanibû, di sala 1979an de li bajarê Dîwaniyê li başûrê Iraqê koça dawî kir û her li wir hat veşartin.
Xebatname
Ebdullah Silêman Ebdulrehman di sala 1943’an de tevlî refên Şoreşa Barzan a Duyem dibe û beşdarî şeran dibe, di 19ê Tebaxa 1945an de bi biryara Dadgeha Urfî ya Eskerî ya Iraqê hemû mal û milkên wî yên guhêz û neguhêz hatine desteserkirin.
Di 11'ê Cotmeha 1945'an de piştî rûxandina Şoreşa Barzan a Duyemîn, bi Mistefa Barzanî û hevalên xwe re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê Adara 1946an de, di nava hêzên Barzan de parastina komarê kir.
Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Nexedeyê û şerê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê bû, ew jî di nav wan Pêşmergeyan bû ku di 19ê Nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkî û Deşta Berazgirê di nava axa Bakurê Kurdistanê re vegeriyan devera Şêrwan û Mazûrî.
Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15ê Gulana 1947an de li gundê Ergoş bi hevalên xwe re civînek li dar xist û serpişk kirin ka bimînin yan biçin Sovyetê, li wir hemû rêhevalên wî biryar dan ku berdewam bikin û biçin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê Gulana 1947an de ligel general Mistefa Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê ve diçe û di şerê gelyê Qiturê û şerê pira Mako beşdar bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.
Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.
Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.
Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.
Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25'ê Sibata 1959'an de li gorî xalên 3 û 7'an û birga (a) ya xala 10'an û xala 11'an a zagona guherandinê ya sala 1959'an ji bo wî û hevalên xwe efûya giştî hat dayîn.
Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, navhatî di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê.
Di sala 1961ê de pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû û beşdarî şeran bûye. Di sala 1975’an de, piştî hilweşandina Şoreşa Îlonê, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo başûrê Iraqê hat dûrxistin.
Çavkanî:
-
Heydir Farûq El-Sameraî, ziyء Ce'fer wedewruhu El-siyasî we El-îqtîsadî fî El-Îraq, (Lendin – darilhikme - 2016m).
-
Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîra Barzan Di Navbera 1931 - 1991, Çapa 1, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Yekîtîya Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
-
Kovara Hetaw, Hejmar 154, Sal 6, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistanê, În, 15.04.1959.
-
Di bîranîna fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî de, 62 rojên bi Barzanî re, çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
-
Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.