Ebdulkerîm Tofîq Ehmed

Ebdulkerîm Tofîq Ehmed yasanas û siyasetmedar, di sala 1945 Endamê Mekteba Siyasî Partiya Şoreşê bûye. Di sala 1945 peywendiyê bi rêzên Partiya Rizgariya Kurd re kiriye. Di sala 1946 li kongreya yekem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd de hatiye hilbijartin.


Ebdulkerîm Tofîq Ehmed yasanas û siyasetmedar, di sala 1945 Endamê Mekteba Siyasî Partiya Şoreşê bûye. Di sala 1945 peywendiyê bi rêzên Partiya Rizgariya Kurd re kiriye. Di sala 1946 li kongreya yekem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd de hatiye hilbijartin. Di sala 1946 li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1950 ji aliyê nûnerên konferansê ve li konferansa Koye bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd de hatiye hilbijartin. Di sala 1951 nûnerê kongreya duyema Partiya Dêmokrata Kurd ya li bajarê Bexdayê de bûye‌.


Jiyanname

Ebdulkerîm Tofîq Ehmed li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1940 li destpêka çalakiyên Partiya Hîwaya Kurd da li bajarokê Koye wekî endameke çalak kar kiriye. Di sala 1942 Xwendingeha Amadeyî ya Melîk Feysel ya li bajarê Bexdayê bi zimanê Îngilîzî temam kiriye. Di sala 1942 li kolêja mafê êwaran ya li Bexdayê hatiye wergirtin. Di sala 1944 bi fermanberê Înhîsarî Tutin li bajarê Bexda hatiye damezrandin. Di sala 1944 endamê serkirdayetiya komeleya Yekîtiya Têkoşîn (Wehde Al Nizal) bûye. Di sala 1945 endamê mekteba siyasî ya Partiya Komunista Kurdistana Iraqê (Hizba Şoreş) bûye. Di sala 1945 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Rizgariya Kurd re kiriye. Di sala 1945 endamê desteya nivîsîna rojnameya Şoreş ya organa Partiya Komunistên Kurdistana Iraqê û organa Partiya Rizgariya Kurd bûye. Di sala 1945 çapxaneya Partiya Komunistên Kurdistana Iraqê û Partiya Rizgariya Kurd ku li rastiyê da yek dezgehê çap bûye li wê xaniyê da hatiye veşartin ku li bajarê Bexda ew têda dijiya. Di sala 1983 li bajarê Bexdayê koça dawî kiriye û li bajaroka Koye bi axê hatiye spartin.


Xebatname

Ebdulkerîm Tofîq Ehmed li destpêka havîna 1946 beşdariya kongreya xwe hilweşandina Partiya Şoreş ya li bajarê Bexdayê kiriye û deng daye bi çûne nav Partiya Dêmokrata Kurd. Di sala 1946 li kongreya yekem ya Partiya Dêmokrata Kurd de û li yekgirtina yekem de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin. Di sala 1946 li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1946 bi nihênî li malek de dijiya ku çapxane û nivîsarên nihênî yên Partî têda parastî bûne li taxa E'zemiye ya Bexda. Di sala 1947 bi pileya bekaloryos kolêja maf ya li bajarê Bexdayê temam kiriye. Di sala 1947 bi têbînerê Înhîsarî Tutin ya ji bo bajaroka Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêr‌ê hatiye veguhestin. Di sala 1950 konferansa Koye ji aliyê nûnerên konferansê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin. Di sala 1951 nûnerê kongreya duyema Partiya Dêmokrata Kurd ya li bajarê Bexdayê bûye. Di sala 1953 ji karê partiyetiyê dûr ketiye.

 

Di sala 1953 wekî têbînerê Înhîsarî Tûtin ji bo bajaroka Helebçeya ser bi parêzgeha Silêmaniyê berê û parêzgeha Helebçeyê niha hatiye veguhestin. Di sala 1954 di derbarê sextekariya Hikûmeta Iraqê li hilbijartina Şaredariya Silêmaniyê parêzer Omer Mistefa Mihemed Emîn (1923 - 1992) bi navê Omer Debabe hatiye nas kirin û parêzer Celîl Yusif Ehmed (1921 - 1996) bi navê Celîl Hoşyar hatiye nas kirin nerazîbûnê derdibrin û ji aliyê karbidestan ve têne desteser kirin û ji bo bajarê Hewlêrê tê dûr xistin. Xelkê Koye li vî derbarî de nerazîbûnê derdibrin û daxwaza vegerandina wan dikin û ew jî yek ji wan kesan bûye, di sala 1959 wekîlê birêveberê înhîsarî tutin ya li parêzgerê Silêmaniyê bûye. Di sala 1960 bûye birêveberê fermangeha înhîsarî tutin ya li parêzgeha Silêmaniyê. Li sala 1960 bûye birêveberê înhîsarî tutinê Hewlêrê. Di sala 1963 ji aliyê hêzên pasevanên neteweyî (Al Heres Al Qewmî) ve hatiye bend kirin û îşkence kirin. Piştî heşt mehên bend kirinê hatiye azad kirin. Li dawiya sala 1963 wekî birêveberê birêvebiriya înhîsarî tûtinî‌ Silêmanî dest bi kar bûye û paşê heta sala 1970 birêveberê înhîsarî tûtinî Hewlêr bûye. Di sala 1970 ji bo bajarê Bexdayê hatiye veguhestin û bûye birêveberê giştî înhîsarî tûtin li Bexda. Di sala 1970 Serokê Encûmena Kargêrî înhîsarî tûtinî Iraq bûye. Di sala 1972 sernivîskarê kovara Tûtin bûye. Li 6 ê şubata 1972 li ser daxwaza xwe bi fermaneke komarî hatiye xanenişîn kirin. Li 16 ê hezîrana 1983 li bajarê Bexdayê koça dawî kiriye û li bajaroka Koye bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mihemed Mehmud Herkî

Siyasetmedar Mihemed‌ Mehmud Ebdula, bi navê (Mihemed Herkî), hatiye nas kirin, di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwanzdehem 1999 bûye.

Agahiyên bêtir

Mehmud Êzdî

Yasanas û siyasetmedar Mehmud Haşim Elyas Silo, bi navê Mehmud Êzdî hatiye nas kirin. Di sala 1985 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...

Agahiyên bêtir

Kemal Kerkukî

Siyasetmedar Mihemed Qadir Ebdula, bi navên (Dr Kemal Kerkukî û Nurî), hatiye nas kirin û di sala 1967 an de peywendiyê bi Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re û di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye.

Agahiyên bêtir

Hîwa Ehmed Mistefa

Siyasetmedar Hîwa Ehmed Mistefa, bi navên (Hîwa Ehmed, Lawik, Siware, Bawkî Bizav), hatiye nas kirin û di sala 1992 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yazdehem 1993 û diwazdehem 1999 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

Agahiyên bêtir

Nahîde Selam Ehmed

Mamosta û siyasetmedar Nahîde Selam Ehmed, bi navên (Mamosta Nahîde Şêx Selam, keça Kurd, N. S û Dayika Roj), hatiye nas kirin, di sala 1960 li Kongreya Pêncema Partiya Dêmokrata Kurdistanê da ku li bajarê Bexdayê hatibû saz kirin...

Agahiyên bêtir