Cefer Îbrahîm Mihemed Mîrza

Cefer Îbrahîm beşdarê Şoreşa Gulanê bûye, di sala 1987’an de li gundê Kanî Bizrê yê navçeya Qoştepe şehîd bûye.


Şehîd Cefer Îbrahîm di sala 1966’an de li gundê Sofî Îbrahîm yê girêdayî navçeya Qoştepe ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, gundî bû û bi cotkarî û ajalvaniyê re mijûl dibû, heta dibistana seretayî xwendiye.

Şehîd Cefer Îbrahîm kadroyê rêxistinên veşartî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû di Şoreşa Gulanê de, di sala 1985’an de bû kadroyê beşa darayî û jimêryarî tîpa Şehîd Karwan Mentik ya liqa duyem a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, sînorê kar û çalakiyên wî li gundên derdora Hewlêrê bûn û erkê wî gihandina peyama şoreşê û komkirina dahat û pêdiviyên Hêzên Pêşmerge bû, her wiha li navçeya Pirdê li kêleka Hêzên Pêşmerge beşdarî du çalakiyên partîzanî bûye.

Di sala 1987’an de piştî gihandina pêdiviyan ji hevalên xwe re û lidarxistina civînan û wergirtina rênmayên şoreşê, li dema vegeriyanê li sînorê gundê Kanî Bizrê yê navçeya Qoştepe, ji sedema şrîşên asmanî yên hikûmeta Iraqê li herêmê, Cefer Îbrahîm şehîd bû.


çavkanî:

- Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.

 


Gotarên Têkildar

Şakir Elî Mistefa

Şakir Elî Mistefa, bi navê Şakir Çawşîn hatiye nas kirin û Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye û li sala 1966 li Gerûyê Omer Axa şehîd bûye.

Agahiyên bêtir