Birûsk Nurî Şawês

Endazyar û siyasetmedar Birûsk‌ Nurî Sedîq Elî, bi navê Birûsk Şaweys hatiye nas kirin. Li sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye.


Endazyar û siyasetmedar Birûsk‌ Nurî Sedîq Elî, bi navê Birûsk Şawês hatiye nas kirin. Li sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li kongreya yanzdehe‌m 1993 û diwanzdehem 1999 an de bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2003 bûye Cîgirê Fermandeyê Leşkerî ya Kurdistanê (Felek) û heman salê Endamê Lîjneya Hemahengiya bi Hêzên Hevpeymanan ya li Operasyona Azadiya Iraqê de kiriye. Di sala 2003 û piştî azadiya Iraqê Emîndarê Giştî yê Wezareta Berevaniya Komara Iraqê bûye‌.


Jiyanname

Birûsk‌ Nurî Sedîq Elî, di sala 1955 li bajarê Bexdayê ji dayik bûye û kurê endazyar Nurî Şawês (1922 - 1983) yê Endamê Komîteya Navendî û Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Mamosta Nahîde Selam Ehmed (1922 - 2006) ya bi navê Nahîde Şêx Selamî Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye.

 

Bekaloryos li beşa Fîzya ya li Zanîngeha Silêmaniyê wergirtiye, masterê li Endazyariya Amêrên Pizîşkî li Almanya yê bi dest xistiye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber çûne welatê Îranê û di sala 1976 an de çûye welatê Almanya. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Almanî û Îngilîzî ye.


Xebatname

Birûsk‌ Nurî Şawês, di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê re kiriye û di sala 1974 piştî dirustbûna aloziya li navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Be'es ya li ser yasaya Otonomiya Kurdistanê, peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li xula topxaneyên meşqî de beşdar bûye. Piştî salekê û şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber çûye welatê Îranê û di sala 1979 an de careke din peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Heman salê û li kongreya nehem da ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê veqetiye‌.

 

Di sala 1993 piştî vegerana nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, li kongreya yanzdehe‌m da bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî hatiye hilbijartin û paşê bûye Berpirsê Lîjneya Leqa Çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê û di sala 1999 li kongreya duwanzdehem bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 2003 bûye Cîgirê Fermandeyê Leşkerî Kurdistan (Felek) û heman salê bûye Endamê Lîjneya Hemahengî ta bi Hêzên Hevpeymanan ya li operasyona azadiya Iraqê û piştî rûxana rejîma Seddam Husên (1937 - 2006) bi Emîndarê Giştî yê Wezareta Berevaniya Komara Iraqê de hatiye destnîşan kirin.

 

Berhemên wî:

Kurd û Îslam 2002.


Çavkanî:

1- Birûsk‌ Nurî Şawês, Raî labed an yeqal hul sewriye Eylul Al Azîm, cerîde Xebat, lisan hal al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al muhed, Al Adad 941, Erbîl, Al Cuma 10 Tebax 1999.

2- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî muhatat Rîesiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).

3- Rêkar Ehmed, Yekgirtin û Hilweşan, (Hewlêr ـ Çapxaneya Behest 2016).

4- Şeban Elî Şeban, Hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat - 2013).

5- Zahir Alî Ahmed Koyî, Mesîre Al Ceyş Al Iraqî Minz Al Tasîs û Dewr Al Zibat Al Kurd fî Tasîse, (Erbîl ـ Matbaa Rojhilat 2018).

6- Karwan Mehwî, kongreyên partiya me Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kovara Şîrove, Mekteba Navendî ya Nirxandin û Lêkolînê, hejmara 14, Hewlêr, Çapxaneya Hacî Haşim, Payîza 2010.

7- Mihemed Mela Qadir, Xebatname kurte dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê û kultûra Barzaniyê Nemir, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha Çap û Belavkiriyên Aras 2007).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir