Bêstun Hisên Mihemed Mehmud

Bêstun Hisên Mihemed Mehmud, di sala 1976 an de li hêza Hewraman ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Di sala 1978 an de bi du hevsengerên xwe ve têne destgîr kirin û di sala 1979 an de li girtîxaneya Musilê hatine sêdare dan.


Bêstun Hisên Mihemed Mehmud, di sala 1961 an de li gundê Bawe Koçekî ya ser bi parêzgeha Helepçeyê ji dayik bûye. Gundnişîn bûye û karê cotkariyê re mijûl bûye. Derçûyê qonaxa seretayî ye.

 

Di sala 1976 an de li hêza Hewraman ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi Fermandeyî ya Nadir Hewramî de bûye Pêşmerge. Wê demê baregeha wan li Wişkenawî ya nêzîkî Serçawey Zelm ya li parêzgeha Helepçeyê bûye.

 

Di sala 1978 an de Bêstun Hisên û du hevsengerên xwe yên bi navên Emîn Hisên û Tehsîn ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî diçin devera deşta Şarezûrê. Li gundê Şeşkî ya ser bi nahiye ya Xurmal ketine nava kemîneke cehşên rejîma Be'es û piştî şer û rûbirûbûna wan hatine destgîr kirin. Piştî destgîr kirina wan ew vediguhezin girtîxaneya bajarê Musilê. Piştî salek zîndanî bûnê û di sala 1979 an de hatine sêdare dan û şehîd bûne.



 


Çavkanî:

1. Arşîva Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xalîd Hemze Elî

Xalîd Hemze Elî, di sala 1978 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1989 li çiyayê Konekotir ji ber mayin û mînan ve şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir

Xalîd Ezem Tofîq Ebdulqadir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de yek car birîndar bûye û li sala 1982 an de li devera Tawgozî de piştî rûbirûbûna bi serbazên rejîma Be'es re bi birîndarî hatiye desteser kirin û her li wê şevê hatiye fîşek baran kirin û şehîd bûye.

Agahiyên bêtir