Nivîskar û siyasetmedar Barzan Xalîd Ezîz, bi navên Barzan Mela Xalîd û xalê Barzan hatiye nas kirin. Li sala 1966 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û di sala 1975 koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1982 hatiye nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, li sala 1993 li kongreya yanzdehem da bi Endamê Yedegê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî de hatiye hilbijartin. Li 8 ê Gulana 1993 û li kabîneya yekem da bûye Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di sala 2020 an de koça dawî kiriye.
Jiyanname
Barzan Xalîd Ezîz li sala 1944 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Mela Xalîd Ezîz Murtkeyî (1910 - 1981) bavê wî yek ji kadîrên Partiya Hîwaya Kurd û dostê nêzîkî malbata Şêxên Neqşebendî ya Tekiye ya Barzan bûye. Barzan Mela Xalîd xwendekarê du yê qonaxa amadeyî ya li bajarê Hewlêrê bûye. Lê belê ji ber çalakiyên siyasî xwendina xwe temam nekiriye. Li salên (1971 - 1974) karmendê Qaymeqamiyeta Qeza Navendî ya Hewlêrê bûye. Her sê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî zaniye. Roja sêşema 25 ê Tebaxa 2020 li nexweşxaneyeke bajarê Enqerê koça dawî kiriye û li bajarê Hewlêrê bi axê hatiye spartin.
Xebatname
Barzan Xalîd Ezîz li meha şubata 1966 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên leqa çar ya betalyona du ya hêza Sefîn ya ser bi leşkerê du re kiriye. Ji bilî karê Pêşmergeyetiyê wekî kadîreke ragihandinê roleke çalak hebûye û li sala 1967 an li Desteya Nivîskarên Kovara Sefîn ya organa lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û li sala 1968 an bêjerê zaravayê navîna Kurdî ya Êzgeya (Radyoya) Dengê Kurdistanê ya li navçeyên azad kiriyên şoreşa Eylûlê bûye.
Di sala 1970 an de Nûnerê Kongreya heştem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1974 bi êrîşa artêşa Iraqê ya li ser navçeyên azad kiriyên şoreşa Eylûlê ji bilî karê ragihandinê, cara duyem peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.
Di sala 1975 û piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî Îranê bûye, lê belê zû vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ew nefiyê bajaroka Feluce ya li tixûbê parêzgeha Enbar ya li Rojavayê Iraqê kirine û di sala 1979 an de muhleta vegerana bajarê Hewlêrê wergirtiye. Li heman salê de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Partiya Sosyalîsta Kurdistanê re kiriye û li beşa ragihandinê de kar kiriye û heta sala 1982 sengerê xwe veguhestiye nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Di sala 1983 wekî Endamê Desteya Nivîskarên Beşa Ragihandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye damezrandin û li sala 1984 Endamê Mekteba Beşa Ragihandinê bûye û li sala 1985 li Radyo ya Dengê Kurdistanê de kar kiriye. Li 16 ê temmûza 1985 an de bi yarîdederê birêvebirê îdareya ragihandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye destnîşan kirin û heman salê bûye endamê leq û berpirsê beşa ragihandinê ya li lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1988 an de Nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li beşa ragihandinê ya li bereya Kurdistanî bûye.
Di sala 1989 an de nûnerê kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li Rojhilatê Kurdistanê. Di sala 1991 an de beşdariya raperîna Başûrê Kurdistanê kiriye û di sala 1992 li xula yekem da bi Endamê Encûmena Niştimaniya Kurdistanê li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye hilbijartin.
Di sala 1993 û li kongreya yanzdehem da bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî de hatiye hilbijartin û heman salê li kabîneya yekem da bûye Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Di sala 2010 nûner û peyvdarê kongreya sênzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û ji ber beşdariya li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê da, Madalya Barzaniyê Nemir ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wergirtiye.
Çavkanî:
1- Êzgeya (Radyoya) Dengê Kurdistanê dengê zelalê şoreş û xebata neteweyî û bilingeha rastiyê, kovara Dengê Pêşmerge, hejmara 126 Hewlêr, Çapxaneya Mukriyanî, Eylula 2008.
2- Barzan Mela Xalîd kî bû? Rojnameya Xebat, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmara 2015, Hewlêr, yekşema 4 ê tişrîna yekem ya 2020.
3- Barzanî Mela Xalîd, Bîreweriyekanî Goyindeyek le Êzgey Dengî Kurdistan, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmara 237, çarşema 9 ê Eylula 1992.
4- Bekir Berzenceyî, kesayetiyên navdarên Kurd, bergê şeşem, (Beyrut ـ Binkeya Rewşenbîrî Lubnanî ya çap û pexş û wergêran û dabeşkirinê 2012).
5- Cemal Xeznedar, Ansîklopediya Rojnamegeriya Kurdî 1898 - 2010, bergê yekem, (Hewlêr ـ Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ـ çapxaneya Hacî Haşim 2011).
6- Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê yekem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ Çapxaneya Hacî Haşim 2014).
7- Xalid Kakeyî, Dengê Kurdistana Iraqê. Li ser şanoya şoreşa Eylula mezin, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmara 637, çarşema 9 ê Eylula 1992.
8- Newroza doh li bîranînên Barzan Mela Xalîd da, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 2161, Pîrmam, yekşema 24 ê Adara 1996.
9- Dîroka xulên kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ji çiya heta bajar, (Hewlêr ـ Navenda Nirxandin û Lêkolînê û Akademiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ çapxaneya Rojhilat - 2019).
10- Karwan Mihemed Sîno, Barzan Mela Xalîd dengê zelalê şoreşê, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmara 5994, Hewlêr, çarşema 26 ê Tebaxa 2020.
11- Mihemed Mela Qadir, Xebatname kurte dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê û kultûra Barzaniyê Nemir, çapa duyem, (Dezgeha çap û belavkirinên Aras ـ çapxaneya Aras 2012).