Jiyanname
Ebdullah Hesen Ebdullah di sala 1910an de li gundê Avedorê ji dayik bûye, bi Kurdî û Rûsî diaxivî, di sala 1987an de li civata zorê ya Quştepe ya parêzgeha Hewlêrê koça dawî kiriye.
Xebatname
Ebdullah Hesen Ebdullah di 23ê Gulana 1947an de ligel kurê xwe Cemîl Ebdullah beşdarî meşa ber bi Yekîtiya Sovyetê dibe û berpirsiyarê beşê bû û beşdarî şerên rêgehê bûye, beşdarî şerê geliyê Qiturê û şerê pira Mako bûye û piştî gelek zor û zehmetiyan, di 18'ê Hezîrana 1947'an de ji çemê Arasê li ser sînorê Îran û Sovyetê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.
Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê komara Azerbaycanê, çil rojan di kampeke girtî de ya ku dora wî bi têlên xerî hatiye dorpêçkirin hatin bicihkirin, ji aliyê komek leşker ve dihatin parastin û ji aliyê xwarin, cil û berg û veguheztinê ve weke girtiyên şer serederî di gel da dihat kirin. Paşê bi biryara dewleta Sovyetê ew li Azerbaycanê li herêmên Axdam, Laçîn, Ayulax û Kelbecerê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna yekem a 1947an de, ew ji bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Baku, paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî dan wan û di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de rojane 8 saetan perwerdeya leşkerî derbas kirin. Di heman demê de ji aliyê çend hevalên xwe yên xwenda ve rojê çar saetan dersên fêrbûna zimanê kurdî werdigirtin.
Piştî serederya xirab a Cefer Bakirov bi hevalên wî re, biryar hat girtin ku di 29ê Tebaxa 1948an de kampa leşkerî ji Komara Azerbaycanê veguhezînin civata Çirçukê ya li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir perwerdeya xwe ya leşkerî domandin.
Di Adara sala 1949an de ew û hevalên xwe taxim taxim bi trênê li gundên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û li zeviyên kolxozan (erdên ku xelkê ji dewletê standibûn û paşê pişka hikûmetê didin) xebitîn.
Piştî hewldaneke zêde û şandina çend nameyên general Barzanî ji Stalîn re, di dawiyê de nameyek gihîşt Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û wî jî di cih de biryara avakirina komîteyek ji bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî da û di dawiyê de biryara komîtê ew e ku wan hemûyan li bajarê Vrîviskî kom bikin, ji ber vê yekê, navhatî di meha Mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14’ê Tîrmeha 1958’an li Iraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25'ê Sibata 1959'an de li gorî xalên 3 û 7'an û birga (a) ya xala 10'an û xala 11'an a zagona guherandinê ya sala 1959'an ji bo wî û hevalên xwe efûya giştî hat dayîn.
Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin, Ebdullah Dawud Husên di 16’ê Nîsana 1959’an de tevî hevalên xwe bi keştiya Girozya di rêya bendera Besra ya li başûrê Komara Iraqê re vedigere Kurdistanê. Di sala 1975an de, piştî rûxandina Şoreşa Îlonê, ew bo komelgeha zorê ya Quştepe li Hewlêrê hat veguhestin.
Çavkanî:
-
Şaban Elî Şaban, Çend Agahiyên Siyasî û Dîrokî, Çapa Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Yekîtîya Sovyetê, çapa 1., (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
-
Kovara Hetaw, Hejmar 154, Sal 6, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistanê, În, 15.04.1959.
-
Di bîranîna fermandarê şehîd Heso Mîrxan Jajokî de, 62 rojên bi Barzanî re, çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
-
Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.