A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Gişt babet

Hiso kanyelencî

Fermandar Hiso Mahmûd Babekir ku bi navê Hiso Kanyelencî jî tê nasîn, Pêşmergeyê şoreşên Îlon, Gulan û Serhildanê bû, di sala 1959an de tevlî hêzên Pêşmerge dibe, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemir e.

Agahiyên bêtir

Haşim Mêrozî

Haşim Ezîz Ehmed naskirî bi Haşim Mêrozî, fermandar û pêşmergeyê her du şoreşên Barzan ya duyemîn û Şoreşa Îlonê ye, di sala 1945’an de tevlî Şoreşa Barzan a Duyemîn dibe, sala 1961ê di Şoreşa Îlonê de bûye pêşmerge, di 10’ê Gulana 1965’an de di şerê Çiyayê Etrûşê de şehîd dibe.

Agahiyên bêtir

Hecî Bêroxî

Fermandar Hecî Şîxomêr Bêroxî, ku bi navê Hecî Bêroxî jî tê naskirin, di sala 1943an de di Şoreşa Duyemîn a Barzan de weke Serqol cih girt, beşdarî Dastana Meydana Morîkê bûye, fermandarê Betalyona 1. a Hêza Balek bû, Di sala 1965an de heta têkçûna Şoreşa Îlonê li eniya Deşta Diyana berpirsê Hêzên Pêşmerge bû.

Agahiyên bêtir