Reşîd Hacî Bedrî Sindî

Efser û siyasetmedar Reşîd Hacî Bedrî Ebdullah Mihê, ku bi navê (Mulazm Reşîd Sindî) jî tê naskirin, di sala 1954an de dikeve kolêja leşkerî li bajarê Bexdayê, di sala 1964an de endamê Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Kurdistanê bû, di sala 1970 de, di kongreya heştan de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), di sala 1993’an de di Kongreya 11....


Efser û siyasetmedar Reşîd Hacî Bedrî Ebdullah Mihê, ku bi navê (Mulazm Reşîd Sindî) jî tê naskirin, di sala 1954an de dikeve kolêja leşkerî li bajarê Bexdayê, di sala 1964an de endamê Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Kurdistanê bû, di sala 1970 de, di kongreya heştan de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK), di sala 1993’an de di Kongreya 11. a PDK’ê de weke endamê Komîteya Navendî ya Çavdêrî û Şopandinê hate hilbijartin.

Jiyanname

Reşîd Hacî Bedrî Ebdullah Mihê, di sala 1931ê de li bajarê Duhokê ji dayik bûye. Bavê wî serokekî eşîra Sindî ye û birayê Silêman Hacî Bedrî ye, endamê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê, destpêkê bi xwendina olî dest pê dike û piştre li bajarê Zaxoyê xwendina xwe ya seretayî qedandiye û xwendina xwe ya navîn û amadeyî li bajarê Mûsilê qedandiye û di sala 1957an de koleja leşkerî li bajarê Bexdayê qedandiye. Zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî baş dizane.


Xebatname

Reşîd Hacî Bedrî Ebdullah Mihê di sala 1955an de bi rêya Efser Yûsif Cemîl Mîran tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê-Iraq dibe, di sala 1958 de, piştî vegera Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) ji Yekîtiya Sovyetê, bi cilên efserî serdana Serok Mistefa Barzanî li otêla Samîr Emîs li bajarê Bexdayê kir.

Di sala 1962an de ji ber kurdbûna wî ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve ji bo fermandariya leşkerî ya li Kerbelayê hat dûrxistin û di sala 1963an de li Silêmaniyê ji aliyê hewalgiriya (îstixbarata) artêşa Iraqê ve tê girtin û şandine Kerkûkê û piştre jî bo Bexdayê.

Di 3'ê Adara 1963'an de bi pileya Mulazim ji artêşa Iraqê derket û tevlî refên hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû û wek serliq di liqê Şehîd Sedîq li devera Şuwan a parêzgeha Kerkûkê hat destnîşankirin û di heman salê de berpirsê beşa çaremîn a devera Xaneqîn-Helepce-Pêncwênê bû, di 20ê Hezîrana 1963an de, fermandariya şerê Şuwan li dijî hêzên bejayî yên artêşa Iraqê û çekdarên ereb ên Hewîceyê kir û di vî şerî de wî karîbû bi ser bikeve, weke fermandarekî leşkerî, beşdarî çend şeran bûye û pêşengî kiriye.

Di sala 1964 de, piştî civîna berfireh ya Mawetê li gel piraniya efserên Artêşa Şoreşgerên Kurdistanê biryara piştgiriya Serok Mistefa Barzanî (1903-1979) da û li dijî koma Mekteba Siyasî derket, di Hezîrana 1964an de wek endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Şeşemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin û nûnerê kongireya avakirina Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê bû.

Di dema Şoreşa Îlonê de, ew berpirsê Mekteba Leşkerî ya Mekteba Cîbicîkar ya Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê bû, di sala 1970 de di kongreya 8. de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hat hilbijartin.

Di 4'ê Kanûna duyem a 1975'an de bû endamê Komîteya Plansaziya Leşkerî ya Şoreşa Îlonê û di sala 1975’an de piştî rûxandina Şoreşa Îlonê koçî Îranê bû, di sala 1977an de bi serperiştiya Îdrîs Barzanî (1944-1987) beşdarî civîna berfereh a Kerecê bû, ji bo alîkarîkirina serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û serpereştiya 150 hezar penaberên Başûrê Kurdistanê li Îranê.

Di sala 1979’an de vedigere Başûrê Kurdistanê û di 25’ê Cotmeha 1979’an de bi biryarnameyeke Encumena Serkirdatiya Şoreşa Iraqê, weke şêwirmendê Komîteya Karûbarên Bakur hat damezrandin, Piştî Serhildana Kurdistanê wek endamê dezgeha leşkerî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê  hate damezrandin û di sala 1992'an de bi pileya Lîwa (General) li Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate xanenişîn kirin, di 22ê Tebaxa 1993an de, di kongreya yazdehemîn de wek endamê Komîteya Navendî ya Pişkinîn û Çavdêriyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin, di sala 1999’an de nûnerê kongreya 12’an û sala 2010’an a kongreya 13’an a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû.


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
  2. Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferansa (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).
  3. Elî Şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyem, (Dعhok - Çapxaneya Xanî - 2012).
  4. Feysel Resûl Xoşnaw, Jînenîgariya Efserên Kurd, Beş 2, (Tehran - Çapxaneya Rojhelat - 2020).
  5. Hebîb Mihemed Kerîm, Kerkûk û şoreşa îlonê ya birûmet, Kovara Golan El-Erebî, Navenda Çanda Golanê, Hejmar 70, Sala şeşan, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 31.03.2002.
  6. Esad Edo, bi boneya salvegera Dastana Safîn, rojnama Brayatî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 1705, Hewlêr, În, 30.07.1993.
  7. Hamid Gawherî, Mistefa Barzanî, Pêşmerge û Serok, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhelat – 2017).
  8. Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq (Westgehên sereke) 1946-1993, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  9. Şêrzad Zekeriya Mihemed, Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistanê - Iraq 1964-1970, lêkolîneke giştî ya dîrokî û siyasî, (Duhok - Navenda Lêkolînên Kurdî û Parastina Belgeyan - Zanîngeha Duhok - Çapxaneya Zanîngeha Duhokê - 2010).
  10. Elî Şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyem, (Duhok - Çapxaneya Xanî - 2012).
  11. Mihemed Mela Qadir, Xebatname Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzaniyê Nemir, Çapa Duyem, (Hewlêr - Weşanxaneya Aras - 2007).
  12. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Bergê Sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).
  13. Hêza Pêşmerge .. Çawa di bin siya şoreşa mezin a Îlonê de hate damezrandin û pêşdeçûn, rojnama Xebat, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, hejmar 637, Çarşem 09.09.1992.

 


Gotarên Têkildar

Salar Osman Husên

Salar Osman Husên, naskiriye bi Dr Salar, sala 1969 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Xwendina seretayî û navendî li bajarê Hewlêrê qedandiye, Doktora li Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Dihokê bi dest xistiye. Xwediyê 12 pertûke li warên: Edebiyat, Ziman, Rojnamegerî û Siyasetê de.

Agahiyên bêtir

Segvan Halo

Segvan Osman Halo, naskiriye bi (Segvan Halo), li 1 ê Temmûza 1968 li gundê Bosel ya ser bi qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, sala 2008 bawernameya bekaloryosê ji Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye, sala 2016 bawernameya Masterê li Yasa li Kolêja Yasa ya Zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye.

Agahiyên bêtir