Konferansa Duyem ya Yekîtiya Quabiyên Kurdistanê Kanî Masî - Silêmanî – 1964

Duyemîn konferansa Yekîtiya Quabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê piştî serneketina serkirdetiya hilbijartî ya çaremîn kongreya wê rêxistinê di cîbicîkirina erk û xebata xwe de, di destpêka Tebaxa 1964an de li Kanî Masî ya nêzîkî bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.


Sedemên lidarxistina konferansê

Li gor dabeşkirina ji bo qonaxên karê rêkxistinî (Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê) hatiye kirin, sala 1964'an jî weke destpêkirina qonaxa veşartî ya rêxistinê tê dîtin ku di sala 1961 de dest pê dike, ji wê salê heta sala 1970’î rêxistin rastî rewşeke dijwartir hat ku jê re qonaxa veqetandinê tê gotin, di vê qonaxê de, du rêkxistina bi heman navî (Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê) di navendên perwerdehiyê de hewl didan ku xwendekaran bikişînin nav refên xwe, ji bo vê armancê di pêşbirka nebaş de bûn(1).

Berî ku behsa her qonaxek ji xebata Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê were kirin, pêwîst e li rewşa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê di wê qonaxê de binerin, ji bo zelalkirina bûyerên di rêxistina me de, bi taybetî ku Yekîtiya Xwendekaran yek ji organ û stûnên herî girîng û bibandor ên partiyê bû û bûyerên partiyê yên hundir û derve bandoreke rasterast li ser rêxistinê hebû.

Piştî peymana 10ê Sibata 1964ê di navbera şoreş û hikûmetê de, Mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ku dixwest Silêmaniyê ji PDK û şoreşê cuda bike, weke nerazîbûn  hemberî wê rêkeftinê, ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê cuda bûn û di edebiyata dîroka kurdî ya hemdem de ji wan re (Celalî) dihat gotin(2).

Hewldanên vê veqetînê ku bo dawiya sala 1963an vedigere, lê di sala 1964an de û piştî meha sibatê ew bi eşkereyî bi rûyê partiyê xuya bû. Çaremîn kongreya Yekitiya Qutebiyên Kurdistanê rengvedana vê parçebûna partiyê bû, ji ber ku vê koma Mekteba Siyasî bêyî vexwendina endamên Behdînan ên rêxistinê hewl da ku sekreteriyek ji bo rêxistinê ji xwe ava bikin, lewra piraniya endamên Sekreteriya Yekîtiya Qutebiyan ji devera Silêmaniyê hatin hilbijartin(3).

Vê Sekreteratiyê di 8ê Hezîrana 1964an de bi sernavê “Helwesta me li hember Mela Mistefa Barzanî û Partiya Dêmokrat a Kurdistanê” li dijî Serok Mistefa Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê daxuyaniyek belav kir(4).

Di 19ê Tebaxa 1964an de, Komîteya Amadekar a Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê li Silêmaniyê bersiva vê daxuyaniyê da û piştgiriya xwe ji bo Serok Mistefa Barzanî, şoreş û Partiya Dêmokrat a Kurdistanê dupat kir(5).

Lidarxistin û biryarên Konferansê

Ji ber ku koma perçebûyî ya Mekteba Siyasî ji hindikahiya partiyê pêkdihat, serkirdayetiya wê jî di nav Yekîtiya Qutabiyan de bû, ku bi tevahî alîgirê komê bû, şiyan û desthilata birêvebirina kar û barên rêxistinê tunebûn, lewra biryar hat dayîn ku di zûtirîn dem de konferansa rêxistinê were lidarxistin(6).

Ji encama nerazîbûnên navendên rêxistina Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê ji bicihanînên tekrewî yên Sekreteriya kongireya çarem û dûrxistina Qutebiyên devera Behdînan di kongreya çarem de, bi taybetî ku serkirdayetî nûneratiya beşekî parêzgeha Silêmaniyê dikir, ne nûneratiya tevahiya Kurdistanê. Ji ber vê yekê di destpêka Tebaxa sala 1964an de, şeş meh piştî kongreya çaremîn, nûnerên qutebiyan konferansa xwe ya duyemîn bi eşkereyî li deverên azadkirî yên parêzgeha Silêmaniyê li gundê Kanî Masî li dar xistin. Di konferansê de komîteyeke nû ya serkirdayetiyê hat hilbijartin, da ku rê li ber kongreya pêncemîn veke.

Sekreteriya nû ya ku jê re komîteya amadekar jî tê gotin, wiha hat hilbijartin:

1- Bekir Husên- Rêxistina Silêmanî

2- Celal Heme Elî- Rêxistina Silêmanî

3- Ednan Hacî Mûsa – Rêxistina Bexdayê

4- Hawêz Dizeyî. Rêxistina Bexdayê

5- Ebdulwehab Talebanî, Rêxistina Kerkûkê

6- Cewad Mihemed Şêrwanî- Rêxistina Hewlêrê

7- Ebdulkerîm Findî- Rêxistina Duhokê(7).

Bi vê yekê, hemû rêxistinan, berevajî serkirdayetiya Kongreya Çaremîn, di vê serkirdayetiyê de xwedî nûnerên xwe bûn.


Çavkanî:

  1. Macid Hesen Elî, Tevgera Xwendekarên Kurd li Iraqê (1926-1970), Teza Masterê/Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê 2008, Weşanxaneya Spîrêz, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim), r. 46, 51.
  2. Irfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Qutebiyên Kurdistanê, Çapa 1, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhelat-2012), r 43; Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Dîrok Partiya Demokrat a Kurdistanê Kongre û Konferans (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Berg 1, Çapa Yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhelat- 2021), r 178.
  3. Irfan Ezîz Ezîz, heman çavkanî, r 43-44.
  4. Şazîn Hêriş, Rêxistinên Demokrat û Pîşeyî Di Çend Belgeyên Dîrokî de, 1958-1968, çapa 2., (Silêmanî, Çapxaneya Raz, 2001), r. 73,75.
  5. Heman çavkanî, r 81 – 82.
  6. Sasan Ewnî, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê: Çend Aliyên Têkoşîn û Dîrokê, (Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 1998), r 24.
  7. Macid Hesen Elî, heman çavkanî, r 150; Irfan Ezîz Ezîz, heman çavkanî, r 44.

Gotarên Têkildar