Komkujiya Gundê Sorya

Komkujiya gundê Sorya di 16’ê Îlona 1969’an de ji aliyê artêşa Iraqê ve pêk hat, ku li dijî gundê Sorya yê navçeya Zaxoyê operasyoneke leşkerî pêk anîn bi hinceta ku li ser cadeya serekî ya nêzî gundê xwe mayin danîne, ku bi tirombêleke leşkerî ve teqya û efserek û gelek leşker hatin kuştin.


Piştî ku Partiya Be's li Iraqê bi kodetaya leşkerî ya Tîrmeha 1968an bû desthilatdar, dîsa şer û êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê dijwar kirin, devera Behdînan yek ji wan navçeyan bû ku ji aliyê artêşa Iraqê ve ji bo serwerî û rakirina hemû astengiyan li pêşiya desthilata leşkerî ya ku ev çend sal in ji bo wê têkoşîn û şer dikirin, rastî êrişa artêşa Iraqê hat, ji bo wê armancê li ser gelek deverên Kurdistanê çend êrîş pêk anîn û gelek sivîlên bêguneh kuştin û komkuj kirin, dastana gundê Sorya ê Xirîstiyanan yek ji wan zincîre tawan, komkujî û belengazî bû ku artêşa Iraqê ya hov ji bo domandin û bihêzkirina pêgeha xwe li hember rserkirdayetiya şoreşa gelê Kurd û gelê Kurd pêk anî.

Sorya gundekî biçûk e li deşta Silêvaneyan a navçeya Zaxoyê û çend kîlometran dûrî Pêşabûrê ye, dikeve aliyê çepê yê çemê Dîcleyê di sêgoşeya sînorê Sûriye-Tirkiye-Iraqê de hejmara xelkê wê nêzîkî 20 malbatan bû, piraniya wan xiristiyan bûn, ku bi çandinî û ajalvaniyê mijûl dibûn.

Di 16ê Îlona 1969an de, li ser rêya serekî ya nêzîkî gund, mayînek bi tirombîleke artêşa Iraqê de teqiya û di encamê de hemû rêwiyên wê hatin kuştin û birîndarkirin, yek ji kuştiyan efserekî leşkerî yê bi navê Ebdulwehab Ebdulkerîm e, ji ber ku gund nêzî cihê bûyerê bû, bi hinceta tolhildanê yekser hêzeke mezin a leşkerî şandin gund, dema xelkê dît ku karwanê leşkerî ber bi gundê wan ve diçe, muxtarê gund, keşîşê olî û şofêrê wî ku wek mêvan çûne gund, çûn pêşiya artêşa Iraqê, hêzên artêşa Iraqê bi fermandariya milazim Ebdulkerîm ji tabûra 4 a lîwaya 23 bû, dema hatin cem pêşwazîkerên gund, bêyî pirs, ravekirin û guhdarîkirina wan hersêyan girtin, fermana gulebaran kirina wan dan û ew di xwînê de gevizandin.

Paşê dora gund girtin û gundiyên ku jin, zarok, mezin û zarok jî di nav de hebûn bi zorê ji malên wan derxistin, xistin sim (perjanekê) û ew girtin, paşê bi awayekî bê rehm gule berdan wan û komkujî pêk anîn, efserê leşkerî yê Be'sê bi vê yekê ranewestiya, li cenazeyan geriyan, gule li mejiyê kesên sax hişt û heta ku hemû kesên di têlê de asê mabûn Komkuj kirin, piştre fermana şewitandina xaniyan û wêrankirina gund da, ev yeka din ji siyasetên pilankirî yên rejîma Be'sê li gundewarên Kurdistanê bû ji bo têkbirina jêrxana aborî ku bi siyaseta şewitandina axê tê naskirin, di dema şewitandina gund de 5 zarok di depoyeke genim de dîtin û her pênc jî gulebaran kirin, bi vê jî nesekinîn li cenazeyên şehîdan geriyan, heqaret li wan kirin û dest bi talankirina zêrên jinan kirin, dest û zengilên wan jê kirin da ku xelek û bazinên wan jê bikin.

Bi giştî hejmara qurbaniyan bû 39 ku ji wan 9 jin û 11 zarok in, ew hemû di du çalan de hatin veşartin, yek ji bo jinan û ya din jî ji bo mêran li nêzîkî gund, helbet tişta ku di operasyona leşkerî ya artêşa Iraqê de li dijî sivîlan û kesên bêguneh ên wek jin û zarokan tê dîtin, tawanek e ku hemû sînorên wijdanê mirovî derbas kiriye, çûye di xana qirkirina herî hovane ya li dijî mirovahiyê di tevahiya sedsala dawîn de.


Çavkanî:

  1. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, Berg 3, Beş 1, Şoreşa Îlonê 1961-1975, Çapa1  2004.

  2. Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Îlonê li Devera Behdînan 1961-1975, Çapa 1, 2018.

  3. Arî Kerîm, Çend Rûpelên Zindî di Şoreşa Îlonê de, Çapxaneya Xebat, Duhok 1999.

  4. Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Îlonê Avakirin û Hilweşîn 1961-1975, Çapa Çaremîn, 2021.

  5. Hawkar Kerîm Hema Şerîf, Şoreşa Îlonê 1961-1970, Çapa 1- Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2012.


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Bombebarana Qeladizê

Bombebarana Qeladizê yek ji hovîtiyên herî trajîk bû ku rejîma Be's li dijî xelkê sivîl pêk anî, piştî ku hikûmetê fermana destpêkirina şer li dijî şoreşa Kurdî da, bi awayekî hovane dîsa dest bi êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê kir, di 24’ê Nîsana 1974’an de bi çend balafirên şer bajarê Qeladizê bombebaran kir.

Agahiyên bêtir