Dilşad Şehab Hacî Mihemed

Endazyar û siyasetmedar Dilşad Şehab Hacî Mihemed, bi navê (Dilşad Erguşî), hatiye nas kirin. Di sala 2009 an de endamê xula sêyem ya li Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlemen) li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 2010 û li kongreya 13. da bûye Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 2012 posta Wezîrê Geştuguzariyê li kabîneya heftem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.


Jiyanname

Dilşad Şehab, di sala 1972 an de ji dayik bûye. Di sala 1978 ji aliyê rejîma Be'es ve bi malbata xwe ve ji warê xwe hatine derxistin û li komelgeha Herîrê hatine nîştecîh kirin. Di sala 1983 bapîr û bavê wî ji aliyê rejîma Be'es ve hatine enfal kirin. Beşa Endazyariya Şaristanî ya li Zanîngeha Selahedînê temam kiriye. Di sala 2009 bûye endamê xula sêyem ya Encûmena Niştimaniya Kurdistanê û di sala 2012 û li kabîneya heftem da bûye ‌Wezîrê Şaredarî û Geştuguzariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî ye.


Xebatname

Dilşad Şehab li sala 1991 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokratên Kurdistanê re kiriye û di sala 1993 û li kongreya heşte‌‌m da ku bi kongreya azadî hatiye nas kirin, bi Endamê Lîjneya Raperandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye hilbijartin û bûye berpirsê lîjneya leqê Zanîngeha Selahedînê. Berpirsê Lîjneya Navçeya Zanîngehê ser bi lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2004 bi Kargêrê Lîjneya Leqa Du hatiye destnîşan kirin.

 

Di sala 2009 an de bûye Endamê Xula Sêyem ya Encûmena Niştimaniya Kurdistanê û bûye Endamê Lîjneya Avadan kirin û Nîştecîh kirin û hevçerx kirina gundan ya li Encumena Niştimaniya Kurdistanê.

 

Di sala 2010 û li kongreya 13 da bi‌ Endamê Encumena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û du sal piştî wê û li kabîneya heftem da bûye‌ Wezîrê Şaredarî û Geştuguzariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. 

2- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewên navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bergê duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).

3- Amade kirin û kom kirin: Tara Tehsîn Esedî, Endamên Parlemena Kurdistanê xula sêyem 2009 - 2013, (Hewlêr ـ Çapxaneya Şehab 2010).

4- Bawkî Alha, Panoramaya Kongreya Azadî, Rojnameya Pêşkeftin, Organê Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê, hejmara 52, Hewlêr, Tişrîna yekem ya 1994.

5- Berbijêrên Lîsta Kurdistanî ya ji bo hilbijartina 25.07.2009, kovara Dengdanê, Dezgeha Hilbijartina (Î.N.K), hejmara 8, Silêmaniyê, 2009.

6- Sasan Ewnî, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, çend aliyeke têkoşîn û dîrok, (Hewlêr Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ـ Çapxaneya Wezareta Perwerde 1998).

7- Sîrwan Osman, Dîrokeke bi rûmet û karwaneke veneqetiyayî, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rewşenbîrî 2014).

8- Şeban Elî Şeban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat 2013).

9- Îrfan Ezîz Ezîz, kongre û konferansên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, (Hewlêr ـ Projeya Nivîsîna Dîroka Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê ـ Çapxaneya Rojhilat 2012).

10- Leqa du, Leqa du li nîv sed sala têkoşînê da, (Hewlêr ـ Çapxaneya Aras 2010).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir