Bekir Îbrahîm Ababekir

Bekir Îbrahîm Ababekr Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê di sala 1983an de li quntara çiyayê Halgurdê şehîd bûye.


Şehîd di sala 1953’an de li gundê Rostê yê ser bi herêma Balekayetî ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, li gundî dijiya û cotkarî dikir.

Di sala 1980 de tevlî Şoreşa Gulanê dibe û di Komîteya navçeya Balekê de bûye pêşmerge, koçberî Îranê bûye. Di sala 1983an de li quntara Çiyayê Halgurdê bi birayê xwe Hesen re bi birîndarî dikeve kemîneke yekîneyên taybet (yekîneya taybet a Mistefa Resûl ku bi navê Mistefa Goc tê naskirin) Çeteyên dewleta Iraqê û tê şehîd kirin.


Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Xoşewî Esed Mîr Ehmed

Xoşewî Esed Mîr Ehmed li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve dike. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa li Çiyayê Direbî bi gulleyê çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Xidir Ehmed Mistefa Abdulla

Xidir Ehmed Mistefa Abdulla, naskiriye bi (Hosta Xidir Mistefa), di sala 1931 li gundê Rustê ya nahiyeya Simîlana qezaya Çoman ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li medreseyê xwendiye, xêzandar bûye û xwediyê du kur û du keç bûye, li 16 ê Temûza 1962 ji aliyê cehşên Kerîm Xanê Biradost hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir

Sadiq Elî Sadiq Sofî

Sadiq Elî Sadiq naskiriye bi (Karwan), Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye, derçûyê xula heştem ya Pêgihandina Kadirên Partiya Demokrata Kurdistanê bûye, li sala 1987 nahiye ya Daretû şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Sebrî Hesen Sebrî

Sebrî Hesen Sebrî li sala 1991 peywendiyê bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve kiriye. Di sala 1997 li şerê berevaniya li serweriya yasa ya li Çiyayê Direbî bi gulleya çekdarên PKK hatiye şehîd kirin.

Agahiyên bêtir