Şoreşa Barzan a Yekem – Beşa sêyem

Di vê beşê de ji rêze belgefîlma berxwedanên Barzan, dawiya Şoreşa Barzan a Yekemîn û koçberbûna rêberên şoreşê bo Tirkiyê, vegera wan bo Iraqê û nebûna sozên rayedarên Iraqê li hember wan, veguhestina wan ji bo bajarên başûr û naverasta Iraqê û piştre jî bo Silêmaniyê, di dawiyê de jî bi kurtî behsa salên mayîna li Silêmaniyê û hewlên Serok Mistefa Barzanî ji bo birêxistinkirin û derbazbûna Rojhilatê Kurdistanê tê kirin.

Beşa duyem ji rêze belgefîlmên şoreşên Barzan - şoreşa Barzan a yekem

Berxwedana şoreşgerên Barzan li dijî hêza herdu welatên Iraq û Brîtanyayê  di navbera salên 1930-1932 de, pirsgirêkên meydanî yên Zêtê û serkeftina hêzên şoreşger ên Barzan û xistin xwarê a balafireke şerker a Brîtanî li devera Şêrwan û koçkirina Barzaniyan ber bi sînorê Tirkiyê ve ji mijarên herî girîng ên vê belgefîlmê ne.