Şoreşa Barzan a Duyem - Beşa Duyemîn

Di vê beşê de ji rêze belgefîlmên şoreşên Barzan, bi kurtî behsa têkiliyên siyasî yên şoreşê tê kirin, di mijarên herî girîng de:

Danûstandinên hukûmetê yên 1944-an bi serkirdayetiya şoreşê re, lihevkirina di navbera her du aliyan de û avakirina komîteyeke pêwendiyan, bandor û çalakiyên partiya Hiwa, pêwendiya şoreşê bi(J.K) û Nûnerên Sovyetê li Rojhilat, avakirina komîteya azadî û lêgerîna rêberê şoreşê Mistefa Barzanî li navçeyên Kurdistanî ji bo bidestxistina piştevaniya eşîretan ji şoreşê re.