Şoreşa Barzan a Duyem, Beşa Yekem

Di vê rêze belgefîlmê de, bûyerên piştî vegera Mistefa Barzanî di sala 1943an de ji Silêmaniyê bo devera Barzan, hewldanên lihevkirina bi hikûmetê re û destpêkirina Şoreşa Barzan a Duyemîn bi kurtî tê vegotin. Girîngtirîn mijarên vê beşê ji rêzefîlma belgefîlmên şoreşên Barzan:

Amadekarî û vegera Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo Rojhilatê Kurdistanê û piştre bo devera Barzan.

Hewldanên Mistefa Barzanî yên ji bo lihevkirina bi hikûmetê re.

Serdana Mistefa Barzanî bo deverên cuda yên Kurdistanê û pêwendîkirin bi rêxistinên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê.

Amadekariyên hikûmetê ji bo êrîşkirina li ser Barzan.

Destpêkirna şer û girtna bingehên polîsên hkûmetê
Dorpêçkirina baregeha leşkerî ya Mergasorê.
Şerê navdar ê Meznê.