Roja 3ê çiriya paşîn a 2022an kongreya çardehem li bajarê Dihokê û bi amadebûna 1022 nûneran ji kû 1065 nûnerên ku mafê beşdarbûna kongreyê hebûn li seranserê rêxistinên Partiyê di bin (dirûşma azadî, dêmokrasî û dadperwerî) de dest bi karên xwe kir.

‌ Biryara lidarxistina kongreya çardehem

Encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li baregeha mekteba siyasî li havîngeha Pîrmam û bi serperiştiya serok Mesûd Barzanî di roja 18ê kanûna paşîn a 2020an de biryara lidarxistina kongreya çardehem a partiyê pesend kir û ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve bajarê Dihokê ji bo vê mebestê hat pêşniyarkirin.

Amadekarî ji bo lidarxistina kongreya çardehem

Ji bo mebesta encamdana kongreya çardehem biryar hat dayîn bi pêkanîna lijneyeke heft kesî ji çar endamên mekteba siyasî û sê endamên encûmena serkirdatiya partiyê. Bi vî awayê li jêr:

1- Mehmûd Mihemed Mehmûd, endamê mekteba siyasî

2- Ezzedîn Mihemed Ebdullah (Ezzedîn Berwarî), endamê mekteba siyasî

3- Ceifer Îbrahîm Hacî Pîro (Ceifer Êminkî), endamê mekteba siyasî

4- Kristofer Yelda Torxan (Rêbwar Yelda), endamê mekteba siyasî

5- Hêmin Ehmed Salih (Hêmin Hewramî), endamê encûmena serkirdatiyê

6- Çinar Se'ed Ebdullah, endama encûmena serkirdatiyê

7- Elî Teter Tofîq Nêrweyî, endamê encûmena serkirdatiyê

Di civîna 20ê kanûna pêşîn a 2020an de lijneya amadekar li baregeha mekteba siyasî yekem civîna xwe kir û tewera civînê li ser pênaseya partî, bername, peykera partiyê bû û biryar hat dayîn ji bo berçavronî û baştirkirina karan sûd ji şiyanên pisporên warê akademîk were wergirtin, bi vî awayî di 9ê sibata 2020an de ev tîm ji bo vê mebestê hatin diyarkirin:

1- Tîma siyasî

2- Tîma yasayî

3- Tîma kargêrî û darayî

4- Tîma civakî û xizmetguzarî (lojîstî)

Piştî vê berwariyê û di 9ê adara 2020an de petaya koronayê hemû cîhan û di nav wan de herêma Kurdistanê girt û bû sedema paşxistina kongreya çardehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Hilbijartina nûnerên kongreya çardehem di 8ê gulana 2022an de proseya hilbijartina nûnerên kongreyê (konferansa navxweyî) biryar li ser hat dayîn û ji bo vê mebestê jî lijneyek ji 21 endaman ji bo serperiştiya vê proseya han ji van endaman pêk hat: doktor Îdrîs Hadî serokê lijne, Nejat Hesen alîkar, Aras Tofîq, Îhsan Amêdî, Ferîq Farûq, Bextiyar Heyder, Rêvîng Herorî, Elî Belo, Hoşyar Sedîq, Adil Botanî, Hêriş Fettah, Feyrûz Teha Akreyî, Sîrwan Kakeyî, Erselan Hemedemîn, Nacî Ehmed, Brûsk Star Qadir, Natiq Qûryaqûs (liqa 14), Star Sadiq, Erselan Hemedemîn, Dexîl Qasim Hesûn (qaimmeqamê berê yê Şingalê), Dildar Salih Heme, Hesen Mîranî hat pêkanîn. Ev lijne di 19ê hezîrana 2022an de li ser awayê (mekanîzmaya) birêveçûna hilbijartinan (konferans) ligel serok Mesûd Barzanî û endamên mekteba siyasî civiya û biryar hat dayîn ji bo her 1000 endaman yek nûner û rêjeya jinan ji sedî 25 kêmtir nebe.

Proseya hilbijartinê di 27ê tebaxa 2022an de li sînorê liqên partiyê dest pê kir û her rêxistinek wekî bazneyeke hilbijartinê hat diyarkirin û lijneyên taybet ev erk li ser sînorê her pênc parêzgehan li nav herêma Kurdistanê û 3 lijne jî ji bo derveyî Kurdistanê (Bexda, Ewropa, Emerîka) hatin pêkanîn.

Lijneya birêvebirina kongreyê 3ê çiriya paşîn a 2022an:

1- Doktor Nasih Xefûr Remezan serokê lijne

2- Îsa Ehmed Axa

3- Doktor Cebar Qadir

4- Doktor Ebdulfettah Elî Botanî

5- Mistefa Goran

6- Wehîde Yaqo

 

Di roja 8ê gulana 2022an de û di civîna encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ku li havîngeha Pîrmam birêveçû, biryara lidarxistina kongreya çardehem a partiyê hat dayîn.

Ji bo cîbicîkirina vê biryarê lijneya amadekar a kongreyê ji bo hilbijartina nûnerên kongreyê di nav endamên partiyê de li sînorê encûmena serkirdatiya parêzgehan, liq, navçe, mektebên navendî yên partiyê, deste, senter û dezgehên partiyê hat pêkanîn, li ser bingeha rêjeyî û ji bo her 1000 endamên partiyê nûnerêk û bi amadebûna du li ser sêyê rêxistinên wî organî. Piştî temambûna hilbijartina nûneran di 7ê îlona 2022an de, mekteba siyasî ya partiyê di 23ê çiriya pêşîn a 2022an de dawî civîna xwe ya asayî kir û roja din anku 24ê çiriya pêşîn a 2022an dawî civîna encûmena serkirdatiyê hat lidarxistin û bi yekdengî li ser dema diyarkirî li hev kirin. Li gorî wê biryarê roja 3ê çiriya paşîn a 2022an kongreya çardehem li bajarê Dihokê û bi amadebûna 1022 nûneran ji kû 1065 nûnerên ku mafê beşdarbûna kongreyê hebûn li seranserê rêxistinên partiyê di bin (dirûşma azadî, dêmokrasî û dadperwerî) de dest bi karên xwe kir. Girîngiya wê kongreyê (kongreya çardehem) di wê de bû ku partî piştî derbaskirina çend rewşên zehmet, di nav wan de şerê çar salî yê hatî sepandin ê DAIŞê û şerê dagîrkarî û ji navbirina ezmûna herêma Kurdistanê piştî referandûma serxwebûnê di 25ê îlona 2017an de û hevgirtina navçeyî û derve ligel dijminên gelê Kurd tûşî şerekî yekalî bû, tevî birîna budceyê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve û daketina nirxê petrolê û zehmetbûna rewşa aborî ya herêma Kurdistanê û belavbûna petaya koronayê di sala 2020an de li Kurdistanê û li ser asta hemû cîhanê, derbaskirina 12 salan bi ser kongreya sêzdehem a xwe de, di heman demê de guhertinên mezin jî li navçe û cîhanê rû dabûn.

Destpêka kongreya 14an bi xwendina çend ayetan ji Qurana pîroz û marşa neteweyî ya Îraqê û neteweyî ya Kurdistanê dest pê kir, paşê lijneya birêvebirina kongreyê hat hilbijartin û pênc lijne ji bo giliyên, peyrew û bernameyan hatin destnîşankirin. Paşê kongre bi xwendina raporan di nav wan de raporta siyasî û rêxistinî, berdewamî da karên xwe, paşê di dengdaneke veşartî de 51 endam û 9 yedekên komîteya navendî hatin hilbijartin. Her çend biryar bû dengdan bi awayê elektronî be, lê belê ji ber pirsgirêka teknîkî û li ser daxwaza piraniya endamên kongreyê dengdan bi awayê destan û danîna sê stasyonên dengdanê û hejmartinê birêveçû. Di dirêjiya proseya han de serok Mesûd Barzanî bi dengê piraniya endamên kongreyê wekî serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin.

 Di vê kongreyê de çend guhertinên berçav ji bo guncandina bi barûdoxê partiyê ve di peykerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatin kirin, di nav wan de hilbijartina du cîgiran ji bo serok, mekteba serok bû sekreteriya serok û desteya çavdêrî û peyvçûnê rasterast dê di bin destê serokê partiyê de be, encûmena bilind a têkoşeran hat damezrandin ku dê ser bi serokê partiyê ve be, zêdekirina rêjeya jinan di serkirdayetiya partiyê de bi rêjeya 15%, herwiha li şûna destewajeya encûmena serkirdayetiyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê komîteya navendî hat bikaranîn, encûmena parêzgehan bû mekteba rêkxistina parêzgehan û hejmara endamên mekteba siyasî ya partiyê bû 17 endam, di nav wan de desteya kargêrî ya mekteba siyasî ji sekreter û çar endaman pêk hat, herwiha guhertin di mekteb, dezgeh û senter û desteyên mekteba siyasî de jî hatin kirin û navên wan ji bo beş hatin guhertin û pêkhatina wan bi vî awayî ye: beşa rêkxistin, hilbijartin, lêkolîn û perwerdekirin, rewşenbîrî û ragihandin, peywendiyên giştî, rêxistinên cemawerî û pîşeyî, kargêrî û darayî û beşa veberhênan û projeyan.

Kongreya 14an di roja 6ê çiriya paşîn a 2022an de bi derxistina belaxeya dawî, dawî bi karên xwe anî.  

Komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji van endaman pêk hat:

1- Sîdad Barzanî

2- Ebdulmuheymen Barzanî

3- Fazil Mîranî

4- Hoşyar Zêbarî

 5- Azad Berwarî

6- Mehmûd Mihemed

7- Ze'îm Elî (Umer Osman)

8- Rêbwar Yelda

9- Fûad Hisên

 10- Arif Teyfûr

11- Kemal Kerkukî

12- Guhdar Şêxo

13- Ismaîl Haçk Çemî

14- Umêd Xoşnaw

15- Elî Ewnî

16- Eşwaq Caf

17- Hîwa Geylanî

18- Rêber Ehmed Xalid

19- Serbest Lezgîn

20- Aras Hiso Mîrxan n

21- Elî Hisên

22- Amîne Zikrî

23- Dilşad Şehab 

24- Segvan Halo

25- Muhsîn Kemal

26- Sîrwan Barzanî

27- Elî Teter 

28- Nejat Elî

29- Zagros Fetah

30- Nûrî Osman Şingalî

31- Behram Erîf Yasîn

 32- Piştîwan Sadiq Ebdullah

33- Umêd Sebah

34- Hîwa Ehmed Mistefa

 35- Ce'fer Îbrahîm

36- Şaxewan Ebdullah

37- Hêmin Hewramî

38- Çinar Se'd Ebdullah

39- Ebdulxaliq Babîrî

40- Serbest Tirwanşî

41- Blind Îsmaîl

42- Hemîd Elî

43- Evîn Herûrî

44- Salar Osman 

45- Newzad Hadî Mewlûd

46- Ehmed Kanî

47- Sanaw Ferîdûn Cwanroyî

48- Arî Nanekelî 

 49- Lîza Felekedîn Kakeyî

50- Viyan Silêman

51- Vala Ferîd

52- Mehmûd Mehmûd Êzdî (di dawiya kongreyê de û ji ber derneketina ti endamekî ji pêkhateya êzdî bo komîteya navendî û li ser pêşniyara serok û bi dengên nûnerên kongreyê ev pêşniyar hat pesendkirin û bû endamê komîteya navendî ya Partî).

 

Endamên yedeg ên komîteya navendî ya Partî di kongreya çardehemîn de:

1- Sasan Ewnî

2- Diyarî Husên

3- Muhemmed Xurşîd

4- Berevan Hemdî

5- Çiya Muhemmed Herkî

6- Sebah Beytullah

7- Qadir Qeçax

8- Nazim Kebîr Herkî

9- Cwan Yûnis Rojbeyanî

Di yekem civîna komîteya navendî ya Partî de mekteba siyasî bi vî awayî pêk hat:

1- Fazil Mîranî, berpirsê desteya kargêrî ya mekteba siyasî

2- Sîdad Barzanî, endamê desteya kargêrî ya mekteba siyasî

3- Mehmûd Mihemed, endamê desteya kargêriya mekteba siyasî

4- Hoşyar Zêbarî, endamê desteya kargêriya mekteba siyasî

5- Azad Berwarî, endamê desteya kargêriya mekteba siyasî

6- Kemal Kerkukî, endamê mekteba siyasî

7- Ferîq Elî, endamê mekteba siyasî

8- Rêbwar Yelda, endamê mekteba siyasî

9- Fuad Husên, endamê mekteba siyasî

 10- Arif Teyfûr, endamê mekteba siyasî

11- Elî Hisên, endamê mekteba siyasî

12- Piştîwan Sadiq, endamê mekteba siyasî

13- Newzad Hadî, endamê mekteba siyasî

14- Serbest Lezgîn, endamê mekteba siyasî

15- Hêmin Hewramî, endamê mekteba siyasî

16- Hîwa Ehmed Mistefa, endamê mekteba siyasî

17- Amîne Zikrî , endamê mekteba siyasî

    Di nav wan 17 endaman de 5 kesên wan wek endamên desteya kargêriya mekteba siyasî hatin hilbijartin bi vî awayê jêrîn:

1- Fazil Mîranî, berpirsiyarê desteya kargêriya mekteba siyasî

2- Sîdad Barzanî, endamê desteya kargêriya mekteba siyasî

3- Mehmûd Mihemed, endamê desteya kargêriya mekteba siyasî

4- Hoşyar Zêbarî, endamê desteya kargêriya mekteba siyasî

5- Azad Berwarî, endamê desteya kargêriya mekteba siyasî

 

 

Biryarên kongreyê:

1- Navê mekteba serok ji bo sekreteriya serok hat guhertin.

2- Danîna 2 cîgiran ji bo serokê partiyê di bin navê cîgirên serok de.

3- Guhertina navê encûmena serkirdayetiyê bo Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

4- Komîteya Navendî ji 52 endam û 9 yedekan pêk tê.

5- Encûmena serkirdayetiya parêzgehan bo mekteba rêkxistina parêzgehan hat guhertin.

6- Mekteba siyasî ji 17 endamên komîteya navendî û di nav mekteba siyasî de desteya kargêriyê ji 5 endaman pêk tê hat damezrandin, posta sekreterê mekteba siyasî hat guhertin bo berpirsiyarê desteya kargêriya mekteba siyasî.

7- Damezrandina organeke nû bi navê encûmena bilind a têkoşeran ji bo wan serkirde û têkoşerên temençûyî yên partiyê ku pêwîst dike di organeke taybet bi xwe de erk û karên xwe birêve bibin û di dema pêwîst de şêwir pê tê kirin.

8- Her du dezgehên encûmena bilind a têkoşeran û desteya çavdêrî û şopandinê ya partiyê rasterast ser bi serokê partiyê ne.

9- Kargêrên lijneya liqan bo 6 endaman û kargêrên lijneya navçeyan bo 4 û lijneyên rêkxistinan jî berpirsiyarê rêkxistinê û 2 cîgir di kongreyê de hatin pesendkirin.

10- Temenê yasayî yê kongreya partiyê 5 sal e û komîteya navendî dikare di dema pêwîst û neasayî de salekê temenê kongreyê zêde bike.

11- Ji bo rêzgirtin li xebatê, bexşîna medalyaya Barzanî yê nemir bo 76 endam, kesayetî, şoreşger û xebatkarên Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Belavoka dawî ya kongreya 14an:

Kongreya 14an di roja 6ê çiriya paşîn a 2022an de bi derxistina belavoka dawî, dawî bi karên xwe anî.  

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê