Yasannas û siyasetmedar û kesayetiya serbazî Arif Teyfûr Arif Elî, naskirî bi Arif Şêx Teyfûr Sergelûyî Berzincî, sala 1959an peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û sala 1963yan peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û heman sal peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve kiriye, nûnerê Kongreya Heştêm 1970 bûye û di kongreyên yanzdehem 1993 û dwazdehem 1999an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û sala 2010an di Kongreya Sêzdehem da bi endamê encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û sala 2018an bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşankirin.

Jînenîgarî

Arif Teyfûr sala 1945an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, qonaxa navendî li Kerkûk û Silêmaniyê temam kiriye û sala 1967an bakeloryosa mafê li Zanîngeha Bexdayê wergirtiye, sala 2004an bi endamê encûmena niştimaniya demkî ya Îraqî (El-Meclîs El-Wetenî El-Muweqqet El-Îraqî) hatiye destnîşankirin û sala 2005an palêwerê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî bûye bo encûmena niştimaniya Îraqê û piştî derçûnê bûye cîgirê duyem ê serokê encûmena niştimaniya Îraqê. Şarezayê zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Farisî ye.

Xebatname

 Sala 1959an peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û sala 1963yan peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û heman sal peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve kiriye.

Nûnerê Kongreya Heştêm 1970 bûye û di kongreyên yanzdehem 1993 û dwazdehem 1999an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û sala 2010an di Kongreya Sêzdehem da bi endamê encûmena serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û sala 2018an bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, sala 1970yî di Kongreya Şeşem a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bi endamê lijneya rapêrandinê ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye hilbijartin û salek dûre hatiye kirin endamê mekteba sekreteriya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê.

Di maweya kar kirina xwe de di nava rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de çendîn erk û berpirsiyarî wergirtine, wek kargêrê lijneya lqa sê 1973, berpirsiyarê lijneya lqa çar a Silêmaniyê 1994, berpirsiyarê lijneya lqa pênc a Bexdayê 2003, berpirsiyarê lijneya lqa çar a Silêmaniyê 2004, serokê encûmena serkirdatiya parêzgeha Silêmanî-Helebce 2018.  

Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû kiriye welatê Îranê û li wir ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve bo amadekariya Şoreşa Gulanê hatiye raspardin. Sala 1976an endamê serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Konferansa Berlînê) bûye û piştî şehîdbûna mulazim Seyîd Kerîm, cihê navbirî girtiye û bûye endamê mekteba siyasî.

Sala 2004an bi endamê encûmena niştimaniya demkî ya Îraqî (El-Meclîs El-Wetenî El-Muweqqet El-Îraqî) hatiye destnîşankirin û sala 2005an palêwerê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî bûye bo encûmena niştimaniya Îraqê û piştî derçûnê bûye cîgirê duyem ê serokê encûmena niştimaniya Îraqê, sala 2015an serperiştiyarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûye li bereya Xazir (Dihok) li dijî hêza DAIŞê.

Çavkanî: