Muhemmed Xurşîd Tofîq, naskirî bi Dr. Muhemmed Xurşîd, di 19ê çiriya paşîn a sala 1966an de li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Îlonê awareyê Welatê Îranê bûye, qonaxên xwendina seretayî û navendî û amadeyî li Welatê Îranê xwendiye, sala 1991ê piştî raperîna mezin a Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê, sala (2002-2003) beşa yasayê li kolêja yasayê li Zanîngeha Selahedînê temam kiriye.
Sala (2004-2007) li rêxistina (NDI) beşdar bûye û pisporiya karûbarên danûstandinan wergirtiye, di 12ê tîrmeha 2008an de bawernameya masterê di yasaya kargêriyê de li Zanîngeha Selahedînê bi navnîşana (مسؤولية الإدارة عن التعويض ضحايا جرائم الارهاب) wergirtiye, di 14ê sibata 2015an de bawernameya doktoraya felsefeya yasaya giştî li Zanîngeha Selahedînê bi navnîşana (ضمانات الحقوق والحريات العامة في المواجهة إجراءات الضبط الإداري) wergirtiye. Zimanên erebî û farisî û îngilîzî dizane.
XebatnameDr. Muhemmed Xurşîd, di 28ê sibata 1986an de cara yekem tevlî refên Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê bûye, li lijneya navçeya Şwan ser bi lîqa 3 ya Kerkûkê bûye Pêşmerge, sala 1988an bûye amir mefreze ya lijneya rêkxistina Şêx Bizênî ser bi lijneya navçeya Şwan, di sala (1991-1992) de beşdarî xula nehemîn a peymangeha kadroyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di nav deh yekemên vê xulê de bûye, sala 1992an bûye endamê beşa rêkxistinê li lîqa 3 ya Kerkûkê, sala 1994an bûye cîgirê berpirsê lijneya navçeyê li nav baregeha lîqa 3 ya Kerkûkê, sala 1995an bûye endamê lîqa 3 ya Kerkûkê, sala 1996an bûye berpirsê lijneya navçeya Şwan ser bi lîqa 3 ya Kerkûkê, sala 2000î bûye berpirsê lijneya navçeya Xaneqîn ser bi lîqa 3 ya Kerkûkê, sala 2002an pileya berpirsê lijneya navçeya Çemçemalê li sînorê lîqa 3 ya Kerkûkê wergirtiye, sala 2003an bûye kargêrê lîqê û berpirsê mekteba rêkxistinê li lîqa 3 ya Kerkûkê, sala 2003an serpereştiyarê lijneya navçeya Dûbizê li lîqa 3 ya Kerkûkê kiriye, sala 2010an bûye cîgirê lîqa 3 ya Kerkûkê, sala 2011an pileya endamê encûmena serkirdatiya Kerkûk-Germiyanê wergirtiye û bûye berpirsê mekteba rêkxistina wê encûmenê, sala 2017an berpirsyariya lîqa 3 ya Kerkûkê wergirtiye.
Di jiyana pêşmergatiya çiyê de di gelek şeran de beşdar bûye û du caran birîndar bûye, sala 1987an danîna kemînekê ji bo Serbazên artêşa Îraqê li navbera Çemçemal û Tekiyê, sala 1988an şerê ser şeqama Qerehencîr û Çemçemalê, di heman salê de şerek li navçeya Rezge û girtina Îvayekê serbazî, sala 1989an girtina rebiyekê serbazî li Berqesrê, piştî raperînê jî beşdarî çendîn şerên azadkirina Kurdistanê bûye, di 8ê adara 1991ê de şerê Banî Meqan û di 10ê adara 1991ê de girtina Qerehencîrê, di roja 20 li ser 21ê adara 1991ê de di azadkirina bajarê Kerkûkê de, di 25ê adara sala 1991ê de serbazgeha Xalid û di 28ê heman salê de şerê bergiriya li serbazgeha Feyleqê.
Beşdarî şerê dijî terorîstên DAIŞê li mihwerê Kerkûkê bûye, wek şerê gundê Xeraberût li mihwerê rojavayê Kerkûkê sala 2014an, şerê başûrê Kerkûkê di 30ê kanûna paşîn a sala 2015an de û di 9ê sibata heman salê de şerê Teq Teqê, di 9ê nîsana 2015an de şerê azadkirina gundên Ismayîl Awa heta Mela Ebdulla, 16ê nîsana 2015an azadkirina gundên Se'd, Xalid, Etşane li mihwerê Daqûqê, 11ê îlonê azadkirina gundên Kakeyî li mihwerê Daqûqê, di 5 û 26ê nîsana 2016an de şerê baregeha lijneya navçeyê li Dûzê, di 21ê çiriya pêşîn a 2016an de berperçdaneweya êrîşa çekdarên DAIŞê bo nav bajarê Kerkûkê.
Endamê kongreyên yazdehemîn، dwazdehemîn û sêzdehemîn yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di kongreya çardehemîn de wek endamê yedek ê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, di 3ê sibata 2023an de posta alîkarê mekteba rêkxistina parêzgeha Kerkûk-Germiyanê wergirtiye.
Ji berhemên wî:
Çendîn lêkolînên yasayî û dîrokî hene û 3 berhem wek pirtûk hatine çapkirin
- Sereetayek bo têgihiştin li hilbijartinan, 2002, wek bernameya xwendinê li qonaxa amadeyî ya Wezareta Perwerdeyê tê xwendin.
- مسؤولية الإدارة عن التعويض ضحايا جرائم الارهاب, 2003.
- ضمانات الحقوق والحريات العامة في المواجهة إجراءات الضبط الادارى, 2015.
Çavkanî:- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





