Amîne Zikrî Seîd Nêrweyî, di 26ê adara 1979an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye, derçûya beşa edeb û zimanê Kurdî ya Zanîngeha Dihokê ye. Sala 2007an endama Peymangeha Kurdistanê ji bo Pirsên Siyasî li bajarê Dihokê bûye ku ser bi Dezgeha Hilbijartinê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bû, sala 2008an bi pileya endamê lqê bo lqa yekê ya Partiyê li Dihokê hatiye veguhestin, endama xula sêyem û çarem a Parlamentoya Kurdistanê bûye.
Di 6ê çiriya paşîn a sala 2022an de li Kongreya çardehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Dihokê ji aliyê endamên Kongreyê ve wek endama Komîteya Navendî hat hilbijartin. Di yekem civîna Mekteba Siyasî de wek endama Mekteba Siyasî hatiye hilbijartin, berpirsa Desteya Pişkinîn û Peydakirina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





