Di sala 1991ê de li sînorê Lqa 2ê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye Pêşmerge, sala 1993an peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê kiriye, sala 1997an pileya kargêriya lqa zanîngehê ya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li Hewlêrê wergirtiye, sala 1997an pileya kadirî li Lqa 2ê wergirtiye, sala 2001ê pileya endamê Mekteba Rêkxistinê li sînorê Lqa 2ê wergirtiye, sala 2004an bûye endamê lqê, sala 2005an bûye berpirsiyarê Lîjneya Navçeyê ya Ala li sînorê Lqa 2ê, sala 2007an bûye berpirsiyarê Lîjneya Navçeyê ya Fermanberan, sala 2011an bûye berpirsiyarê Lîjneya Navçeyê ya Mamostayan, sala 2012an di konfêransên navxweyî yên partiyê de wek kargêrê Lqa 2ê hatiye hilbijartin.
Di 6ê Mijdara sala 2022an de li Kongreya Çardehê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Duhokê ji aliyê endamên Kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin.
Çavkanî:1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





