Siyasetmedar Serbest Umer Hesen, nasraw bi Serbest Tirwanşî, sala 1999an nûnerê Kongreya Duwazdehêma Partiyê bû, sala 2010an li Kongreya Sêzdehêm da bû endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, berpirsê lijneya Laqê 17ê Şingalê û berpirsê lijneya Laqê 1ê Dihokê yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.
JînenîgarîSerbest Tirwanşî li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Şarezayê zimanê Kurdî û Farisî ye.
XebatnameSerbest Tirwanşî sala 2005an berpirsê lijneya Laqê 17ê Şingalê yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1999an nûnerê Kongreya Duwazdehêma Partiyê li sînorê Artêşa 14an a ser bi Fermandariya Leşkerê Kurdistanê (Felek) bûye û sala 2010an li Kongreya Sêzdehêm bû endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, sala 2017an hatiye kirin berpirsê lijneya Laqê 1ê Dihokê yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





