Jînenîgarî

Hiso Mîrxan Dolemerî, di sala 1927an de li gundê Xerdin ser bi nahiyeya Gorto li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û di sala 1954an de bawernameya bakaloryosê li Zanîngeha Taşkentê - beşa endezyariya rê û ban wergirtiye. Her li Yekîtiya Sovyetê zewiciye û keçek wan hebûye. Piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, di sala 1959an de wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Kerkûkê hatiye damezrandin, paşê bo Bêtwatê hatiye veguhestin. Di destpêka Şoreşa mezin a Eylûlê de li navçeya Şemkan û Etruş heta digihîje nêzîkî Babloya ser bi qezaya Dihokê karê rûpêviyê kiriye. Zimanên Kurdî, farisî, tirkî û rûsî dizanibûye. Di sala 1996an de koça dawî kiriye.

Xebatname

 Piştî ku di serdema Şerê Cîhanî yê Duyemîn de û bi taybetî di sala 1940î de Şêx Ehmedê Barzanî û tevahiya malbata wî ji Nasirê hatin dûrxistin bo Silêmaniyê, Hiso Mîrxan Dolemerî yek ji wan kesan bû ku hewl dida malbata Barzanî ya ku li Silêmaniyê destbiser bûn, vegerîne navçeya Barzan û lewma jî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve daxwazkirî bû.

Piştî hilgirsiya şoreşê, sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiribû. Di 2ê çiriya pêşîn a heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Şanedir û di 12ê çiriya pêşîn de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezok û di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Morikî bûye û di vî şerê dawî de birîndar bûye û herwiha beşdarî girtina binkeya polîsên Şêrwan Mezin jî bûye. Bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfiya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jêneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jêneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, Barzanî biryar dide kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendiferê li ser gundên hewarezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jêneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jêneral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gor herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew bi xwe û hevalên wî ber lêbûrdana giştî ketine.

 Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalan bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

 Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye. Di kanûna pêşîn a 1961ê de hatiye kirin fermandeyê mihwerê rojhilatê Geliyê Zawîtê. Di 21ê çiriya pêşîn a heman salê de bi biryara Mela Mistefa Barzanî bo rêkxistina hêzên Pêşmerge, hatiye kirin serqol li gundê Sîna yê navçeya Nêrwe li Dihokê. Di 12ê kanûna pêşîn a 1961ê de beşdarî şerê Geliyê  Zawîtê  li mihwerê pênc bûye, herwiha beşdarî şerê Pira Bilbil û şerê Gerûyê  Lomanê -  û şerê deşta Silêvanê û şerê Germava Ebdî Hacî Axa û Sersing û  Çiyayê Pîrs  û siwar û şerê Spîndar û şerê Etruş û şerê çiyayê Bêxêrê kiriye.

Sala 1962 li Şêxan fermandeyê hêz bûye û heman salê binkeya bêtêlê ya qezaya Şêxan di bin fermandariya wî de bûye. Her di wê salê de beşdarî şerê Brîfka û şerê Mrêba kiriye û di 23ê Adara 1962an de beşdarî şerê Baedrê kiriye. Di 28ê Gulana 1962an de beşdarî şerê Serê Berdê kiriye. Di 14 li ser 15ê Hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serê Akrê kiriye. Di 4ê Çiriya Pêşîna 1964an de ji bo rêkxistina hêzên Pêşmerge, hatiye kirin fermandeyê hêz li Akrê û Şêxan ku ser bi leşkerê yekê yê Badînan bûye.

Di 7ê Çiriya Pêşîna 1966an de beşdarî kongreya damezrandina Encûmena Serkirdatiya Şoreşê li gundê Girde Spiyan li Silêmaniyê kiriye. Di 4ê Adara 1967an de li ser biryara Mela Mistefa Barzanî bûye nûnerê bajarê Mûsil û derdora wê ji bo çareserkirina giriftên welatiyan û hêzên Pêşmerge û di 16ê Adara 1967an de dest bi kar bûye.

Piştî rêkeftinnameya 11ê Adarê û hebûna peywendiyên baş di navbera Encûmena Serkirdatiya Şoreşê û hikûmeta Îraqê de, di 3ê Çiriya Paşîna 1971ê de bi fermana Ehmed Hesen Bekir serokê Encûmena Serkirdatiya Şoreşê pileya raîdê polîsê demkî jê re hatiye dayîn û bûye fermandeyê fewca nehem a pasewanên sînorê Akrê û Şêxan.

 Sala 1974an vegeriyaye ser karê xwe yê berê ku fermandeyê hêz bû li Akrê û Şêxan. Salek paşê û piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, wek penaber berê xwe dide welatê Îranê û li komelgeha Zêwe niştecî dibe, paşê diçe Meşhedê. Bi fermana Mela Mistefa Barzanî mala xwe vediguhêze Kerecê û paşê li komelgeha Zêwe niştecî dibe.

Piştî ku di sala 1976an de Şoreşa Gulanê di jêlemoya Şoreşa Eylûlê de hildigirse, beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û fermandeyê hêz bûye. Sala 1978an dema ku erdhejê li bajarê Tebesê yê Îranê da, nûnerê Îdrîs Barzanî  bû ji bo serdanîkirina kurdên aware yên wî bajarî.

Di rêkefta 4ê Çiriya Paşîna 1979an de beşdarî Kongreya 9a Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û di vê kongreyê de dibe fermandeyê kertê yekê li sînorê Mergewer û Tergewer ku baregeha wê li Rajan bûye û berpirsyariya parastina Mekteba Siyasî jê re hatibû spartin.

 Sala 1983an beşdarî şerê Dola Şehîdan kiriye û di vî şerî de birîndar bûye û di heman salê de beşdarî şerê Qendîlê kiriye û li wir jî birîndar dibe. Di 19ê Tîrmeha 1988an de beşdarî dastana Xwakurkê kiriye û herwiha beşdarî şerê Zozik û şerê Hendrên û şerê Şêrwan Mezin kiriye. Di 2ê Kanûna Yekê ya 1989an de beşdarî Kongreya 10 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li Mergewer.

Sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li gel Mûlazim Babekir Zêbarî erkên raperînê li navçeya Badînan jê re hatine spartin. Di 16ê Tebaxa 1993an de beşdarî kongreya yazdehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê–Yekgirtû li Hewlêrê kiriye û sala 1993an hatiye kirin berpirsê lijneya bilind a civakî ya navçeya Barzan. Di çarçoveya ahengên yûbîlê zêrîn de 1993an ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve midalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hamîd Gewherî, Midalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim – 2015)
  3. Hamîd Gewherî, Midalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga duyê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim – 2015)
  4. Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016).
  5. Biryarên Encûmena Serkirdatiya Şoreşê hejmar 73, Kovara Belgeyên Îraqî, Wezareta Ragihandinê li Îraqê, hejmar 1960 A, Bexda, Duşem, 1ê Sibata 1971ê.
  6. Di bîranînên fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî - çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî – 1997)
  7. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat – 1998)
  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1961 - 1975, berga siyem, beşa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004)
  9. Arşîva Desteya Ensîklopediya, teksta hevpeyvîna li gel Çinar Hiso, Pîrmam, 15ê Hezîrana 2014an.