Sala 1979ê, piştî raperîna gelên Îranê, rejîma şahî li wî welatî rûxiya û Komara Îslamî cihê wê girt, serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, karî peywendiyeke baş ligel desthilata nû ya Îranê çêbike, ji bûyerên herî bandordar ên din koça dawî ya serok Mistefa Barzanî bû li destpêka sala 1979ê û piştre vegerandina termê wî bo bajarê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê di 4ê adara heman salê de.
Ew barûdoxa ku guhertinên navçeyî bi giştî û koça dawî ya serok Mistefa Barzanî bi ser rêkxistinên partiyê de anîbû, pêwîstî bi encamdana Kongreya partiyê dikir, bi vê mebestê serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, li destpêka meha tîrmeha sala 1979ê, li gundê Şawane yê ser bi bajarokê Şino li Rojhilatê Kurdistanê, civîneke berfireh rêkxist, di civînê de, çend biryarên giring hatin dan, ku giringtirîn wan pêkhatibû ji hilbijartina Mesûd Barzanî wek serokê demkî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, heta girêdana Kongreya Nehemîn, lezgînîkirin di girêdana kongreyê de di sala 1979ê de û çêkirina lijneyeke amadekar a kongreyê.
Girêdana kongreyêPiştî raspardina wan di civîna Şawane de, lijneya amadekar a kongreyê dest bi amadekariyan kir, ji bilî vê lijneyê, ji aliyê şaxan ve jî çend lijneyên din ên amadekar hatin çêkirin, ku ji endamên xwe pêkhatibûn. Di heyama sê mehan de amadekariyan dawî li wan hat û endamên kongreyê bi hilbijartinê bo kongreyê serketin, Kongreya Nehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi dirûşma (Kurdistan yan neman – hikmeke dêmokratîk a îtîlafî ya pêşkeftinxwaz li Îraqê û otonomiya rastîn bo Kurdistanê) di rojên 10 heta 14ê çiriya paşîn a 1979ê, bi amadebûna 325 nûneran, destpêkê li gundê Derbend û piştre li kampa Zêweyê ya penaberên Başûrê Kurdistanê li rojavayê bajarê Wirmê, li Rojhilatê Kurdistanê hat sazkirin, kongre bi xwendina raporteke serok Mesûd Barzanî dest pê kir, piştre gotara Partiya Komunîst a Îraqê û çend aliyên din ên amadebûyî yên kongreyê hatin xwendin.
Her di destpêka kongreyê de, beşek ji endamên serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi serperiştiya Samî Ebdulrehman, piştî ku çend daxwaziyên wan nehatin cîbicîkirin, ji kongreyê vekişiyan. Yek ji daxwaziyan ew bû, endamên serkirdatiya demkî navên wan nekeve dengdanê û rasterast bibin endamên komîteya navendî, lê ev pêşniyar ji aliyê kongreyê ve hat redkirin û bû sedema ciyabûna beşek ji endamên serkirdatiya demkî, evan piştre Partiya Dêmokrata Gela Kurdistanê damezrandin.
Cihêhiştina kongreyê ji aliyê beşek ji endamên serkirdatiya demkî nebû sedema pekxistina wê û ji aliyê endaman ve berdewamî bi karên kongreyê hat dan, serok Mesûd Barzanî bi dengê hemûyan wek serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hat hilbijartin, piştre ji aliyê endamên kongreyê ve komîteya navendî ya nû ya partiyê hatin destnîşankirin ku pêkhatibûn ji:
- Elî Ebdullah
- Îdrîs Barzanî
- Nûrî Şawês
- Fazil Mîranî
- Felekedîn Kakeyî
- Reşîd Arif Etruşî
- Mihemed Mela Qadir
- Xurşîd Selîm Şêre
- Doktor Cercîs Hesen
- Doktor Roj Nûrî Şawês
- Reîs Ebdullah Berwarî
- Mulazim Elî
- Yûnis Rojbeyanî
- Mulazim Hejer Sindî
- Hemîd Berwarî
- Doktor Mihemed Salih Cum'e
- Azad Berwarî
- Nejmedîn Yûsifî
- Hoşyar Zêbarî
- Doktor Mihemed Seîd Doskî
- Doktor Seîd Barzanî
Endamên yedek ên komîteya navendî jî pêkhatibûn ji:
Kongreyê, desthilat da komîteya navendî ku lijneya lêkolînê çêbike bo şopandina gazincan û diyarkirina pêgeha sekreter û ew endamên mekteba siyasî û komîteya navendî ku partî cihê hiştibûn.
Piştî temambûna kongreyê, yekem civîna asayî ya komîteya navendî bi serperiştiya serok Mesûd Barzanî li kampa penaberan a Zêweyê hat encamdan ku sê rojan xeyand û mekteba siyasî ya partiyê hat pêkanîn, ku pêkhatibûn ji Elî Ebdullah – sekreter, Îdrîs Barzanî، Fazil Mîranî، Felekedîn Kakeyî, doktor Mihemed Salih Cum'e، Reîs Ebdulla Berwarî û Nûrî Şawês.
Yek ji biryarên kongreyê derxistina endamên komîteya navendî ya berê bû ji partiyê, yên ku partî cî hêştibûn, ji bilî Salih Yûsifî ku bi razîbûna Serok Mistefa Barzanî vegeriyabû Îraqê.
Çavkanî:- Muhemmed Mela Qadir, Xebatname, Kurte dîroka Partî û Barzanî nemir, çapa sêyem, (Hewlêr- çapxaneya Aras- 2012).
- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kongre û Konferans (Program û peyrewê navxwe), Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr- çapxaneya Roxana- 2021).
- صلاح الخرسان، التیارات السیاسیة في كردستان العراق، قراءة في ملفات الحركات و الأحزاب الكردیة في العراق 1946-2001، (بیروت – مطبعة البلاغ – 2001م).
- حبیب محمد كریم، تأریخ الحزب الدیمقراطي الكوردستاني ـ العراق (في محطات رئیسیة) 1946 ـ 1993، (دهوك ـ مطبعة خهبات ـ 1998م).
- Muhsîn Dizeyî, Wêstgehên jiyana min, beşa sêyem û dawî, (Hewlêr - çapxaneya Mukriyanî - 2015).
- روزنامه کیهان، شماره 10751، تهران، 16 تیرماه 1358 ھ .ش ـ 7 تموز 1979م.
- روزنامه بامداد، شماره 53، تهران، 17 تیرماه 1358ھ . ش ـ 8 تموز 1979م.
- Raporta siyasî û eskerî û tenzîmî ya serokê partî heval Mesûd Barzanî bo Kongreya 9 ya partiya me, Partiya Dêmokrata Kurdistanê bestra li dema (4-11 tîrmeha duyem 1979).
- أعضاء اللجنة المركزیة والمكتب السیاسي في المؤتمر التاسع 1979، جریدة خهبات، لسان حال الحزب الدیمقراطي الكوردستاني، العدد 794، أربیل، الأثنین، 12 أب 1996م.




