Doktor Roj sala 1947 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, kurê endazyar Nûrî Şawês (1922-1983) yê endamê mekteba siyasî ya Partiyê û mamosta Nahîde Şêx Selam Ehmed (1922-2005) ya endama komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye, sala 1971 bekalyorîsa xwe li kolêja endazyariyê ya zanîngeha Mûsilê wergirtiye û paşê master û doktoraya xwe di endazyariya karebayê de li welatê Almanya bi dest xistiye, kadroyekî dewletdariyê yê pir ezmûn bûye û di dema temenê xizmeta xwe de çendîn erk û berpirsiyarîyên fermî û hikûmî li Herêma Kurdistanê û Komara Iraqê de birêve birine, sala 2021 li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên kurdî, erebî, almanî, farisî û îngilîzî bûye.
XebatnameDoktor Roj sala 1962 peywendî bi rêzên hêza Pêşmergeyê Kurdistanê kiriye, di kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yazdehem 1993, dwazdehem 1999an de bi endamê komîteya navendî û paşê bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin, sala 2010 di kongreya sêzdehem de bi endamê encûmena serkirdayetî û paşê endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di dema karê xwe de di nava rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, çendîn erk û berpirsiyarî wergirtine, wekî endamê lijneya lqa şeşê ya Ewropayê sala 1979, berpirsiyarê beşa rêkxistinê sala 1985, berpirsiyarê lijneya lqa yekê sala 1987 û... hwd.
Wêrayî rapêrandina erkên siyasî û rêkxistinî, wekî serkirde û fermandeyekî meydanî jî beşdarî di çendîn şer û dastanên de kiriye, wekî şerê Hacî Omeran sala 1980, fermandeyê dastana Kanî Masî sala 1987, fermandeyê dastana Dêrelûk sala 1987, plandarêjerê girtina firokexaneya serbazî ya Bamernê sala 1987, yek ji fermandeyên dastana Xwakûrk sala 1988, beşdarî di raperîna Başûrê Kurdistanê sala 1991, fermandeyîya bereya Xazirê li sînorê parêzgeha Mûsilê di şerê dijî DAIŞê sala 2014 û... hwd kiriye.
Di heman demê de kadroyekî dewletdariyê yê pir ezmûn bûye û di dema temenê xizmeta xwe de çendîn erk û berpirsiyarîyên fermî û hikûmî li Herêma Kurdistanê û Komara Iraqê de birêve birine, wekî endamê encûmena nîştimanî ya Kurdistanê di xûla yekem sala 1992, cîgirê serokê encûmena wezîran a Kurdistanê di kabîneya yekem sala 1992, cîgirê serokê encûmena wezîran di kabîneya duyem sala 1993, serokê encûmena wezîran a Herêma Kurdistanê di kabîneya sêyem sala 1996, fermandeyê fermandeyîya leşkerî ya Kurdistanê (Felek) sala 1994, serokê encûmena nîştimanî ya Kurdistanê sala 1999, cîgirê serok Mesûd Barzanî di encûmena desthilatdarî ya demkî ya Iraqê sala 2003, cîgirê serokkomarê Iraqê di dema serokkomarîya Xazî Ecîl Yawer sala 2004, nûnerê encûmena nîştimanî ya rewtenî ya Iraqê sala 2005, cîgirê serokê encûmena wezîran a Iraqê ya fîdral di kabîneya doktor Îbrahîm Ceferî sala 2005, endamê encûmena asayişa nîştimanî sala 2007, cîgirê serokê encûmena wezîran a Iraqê ya fîdral sala 2009, cîgirê serokê encûmena wezîran a Iraqê di kabîneya Nûrî Malikî sala 2010 û... hwd.
Sala 2010 ji ber xebat û berxwedana di Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê, qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serwerî, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve mîdalya Barzanîyê nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


