Ebdulkerîm Qasim her ji destpêka Şoreşa Eylûlê ve di kongreya xwe ya rojnamevanî de lîf lê dabû ku goya serê şoreşê pan kiriye, lê ew serkeftina destpêkê ya şoreşgerên Kurd li devera Badînanê ji aliyekê ve hemû dengûbas û haşûhoşên hikûmetê bi derew xist û neçar hikûmet ji caran zêdetir pişta xwe bi caş û karkerên navçeyê girêda, ev pişta xwe girêdana hikûmetê ji wê yekê hatibû ku artêş şarezayê siruşt û rê û rêçên çiyayên zehmet ên Kurdistanê nebû, herwiha artêş moralê wê têk çûbû û şarezayê şerê partîzanî nebû.
Ji bilî wê jî caşên Rêkanî rûyê xwe kiribûn Tirkiyeyê û ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve radestî aliyê Îraqî hatibûn kirin da ku bi rêya Kanî Masî vegerin bo Mûsilê, ew karker bûn û mebesta wan çêkirina astengiyekê bû di navbera şoreşgerên Kurd û gundên Kurdî yên bakurê Kurdistanê de ku hemûyan li gel şoreşa Kurd hevsûz bûn û bi ser û mal li gel wê bûn. Her bo nimûne pêşmergeyekî beşdarbûyî di bûyerên wê demê de amaje pê kiriye û nivîsiye: "Hejmarek ji têkoşerên Kurdistanê ya Tirkiyeyê jî bo piştgiriya Barzanî û şoreşê gihîştin navçeyê, Sadiq Marînôs fermandeyê wan bû, êrîş bir ser caşan û derbeke kujer lê da.
Hikûmetê bi hemû şiyanên xwe xwest gundê Zawîtê bigire, bi mebesta pêşxistina pêşrewiyan hejmareke zêde ji artêş û polîs û caşan anîbû navçeyê, rewşa bereya şer ji aliyê şoreşgeran ve bi vî awayî bû ku ji rojhilat ve bere bi fermandariya Mihemedemîn Mîrxan, Hacî Bêroxî, Mela Şinê Bêdarûnî, Haris Bêdarûnî û Hadê Heskoyê bû ku Hisoyê Mîrxanê Jajokî alîkarê wî bû. Ji bereya rojava ve fermandeyên wek Esed Xoşewî, Îsa Siwar, Elî Xelîl, Hisoyê Mîrxan, Emer Axayê Dolemerî û Silêman Mîrxanî lê bûn ku hejmareke zêde ji pêşmergeyên eşîrên Kurd ên Badînanê wek Mizûrî Jêrî, Berwarî Jêrî, Doskî Jêrî, Gulî, Sindî û Nêrweyî beşdar bûn.
Piştî ku artêşa hikûmetê ku pêk hatibû ji fermandariya 2 ya Dihokê bi hevkariya caş û polîsan bi mebesta dorpêçkirina navçeya Zawîtê bi çekên giran bi bikaranîna tank û zirîpoş û topên cuda cuda ku bûn du beşên serbixwe, beşek ji wan rasterast bi arasteya gundê Zawîtê çûn, beşê din ku piraniya wan caş bûn ber bi gundê Îminkê, Bablo, Sîrk, Tenîrka paşê li gundê Zawîtê bibin yek, van hêzan piştî ku navçe topbaran kirin êrîş dest pê kirin, Mela Mistefa Barzanî li nêzîkî bereya şer bû, pêşmerge li benda fermana wî bûn, di destpêkê de Barzanî ferman da ku şeqama sereke ya hatina artêşê têk bibin, da ku pêşî li pêşrewiyê bê girtin, armanca Barzanî di vê karî de mijûlkirina artêşê û azadkirina şaredêya Sersengê bû, hinek ji rebiyên caşan li cadeya Zawîtê mabûn.
Hêza hikûmetê ku di 5 heta 6ê Kanûna Yekem a 1961ê de gihîştibû geliyê Zawîtê ji aliyê hêza pêşmerge ve ji hemû aliyan ve hatibû dorpêçkirin û êrîşî wan hat kirin, di encamê de hêzên hikûmetê paşekşe kirin û caşên xwe bo Amêdiyê revandin, Mela Mistefa Barzanî biryar da şaredêya Sersengê rizgar bibe, bi vê yekê moralê pêşmerge bilind bû, hêzan ber bi Sersengê çûn û peywendî bi hêza hikûmetê û xelkê navçeyê kirin, dest danîn ser binkeya polîsên Sersengê, bê şer di 10ê Kanûna Yekem de şaredêya navborî hat azadkirin. Êdî pêşmerge bi temamî dest danîn ser geliyê Zawîtê ku girîngiya wê hebû di rûyê stratejîk de, navçeya Sersengê derwazeyeke girîng bû bo gihîştina bi geliyê Zawîtê, herwiha ew navçe li ser bajarê Dihokê dinêre û di heman demê de ew navçe nêzîk bû ku baregeha Barzanî ku li gundê Gir Beraskê bû, ji aliyeke din ve gelek nêzîk bû li navçeya Qedşê ku şoreşê nexweşxaneyek di şikefta Înîşkê de çêkiribû, bo gihandina bilez a birîndaran û parastina nexweşxaneyê ji metirsiya topbaranikirina dijmin.
Destkeftên vî şerî di rûyê minokî de mezin bûn, ji ber ku pêşmerge Sersengê azad kir, caşên Rêkanî revandin, tekaneke baş bû ku tenê sê meh bûn bi ser hilgirsana şoreşê de derbas bibû, herwiha dengvedaneke mezin hebû xelkê ew rastiya han bo derket ku dibe bi xwe bextkirina pêşmerge ew rastiya tal a Kurdistanê bê guhertin û serkeftin bi ser artêşa mezin a dewletê de bi dest bê û hikûmet jî li pey vî şerî bi temamî ji şiyan û wêrekî û baweriya şoreşgeran gihîşt.
Di encama wan زنجیرە şeran de li gel hewldanên zêde yên hikûmetê bo rûbirûbûna şoreşgeran û komkirina hêzên xwe bo wê yekê ku pêgehên xwe vegerînin devera navborî û navçeyan dagîr bikin, lê li pey şerê geliyê Zawîtê hikûmetê di dastanên Lomana de tûşî şikesteke mezintir bû, bi wê hoyê neçarî penaberî birina ber danûstandinan bû.
Serçave:1- Ebdulfetah Elî El-Bûtanî, Mentiqet Badînan 1925 – 1970, c 2, Metbeeya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2017, r 159.
2- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2012, r 147.
3- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd, Berga sêyem, Beşa yekem, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 2004, r 57.
4- Receb Cemîl Hebîb, Amêdî (El-Emadîye) 1921 – 1975, Metbeeya Hewar, Dihok, 2012, r 236.
5- Şêrzad Zekeriya Mihemed, El-Hireket El-Qewmiye El-Kurdîye fî Kurdistan El-Îraq 8 Şibat 1963 – 17 Temûz 1968, Dar Spîrîz lil-tibae wel-neşr, Dihok, 2006, r 129.
6- Hacî Mîrxanê Dolemerî, Geran bi dway dadperwerîda dîwekî tirê mêjûyê şoreş li Kurdistan da 1943 – 1991, Berga yekem, bê şwênê çap, 2021, r 238.
7- Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Îlonê li devera Behdînan 1961 – 1975, Sentera Zaxo bo Vekolînên Kurdî, 2018, r 72.
8- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek li xizmeta rîbaza Barzanî da... Hacî Bêroxî 1916 – 1975, Berga yekem, Tirkiye, r 185.





