
Kazim Şanederî
Kazim Mistefa Omer (1930-.....) bi navê Kazim Şanederî tê naskirin, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî yê bo Yekîtiya Sovyetê bû, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) bûye û yek ji Pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokratîk a Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1979-1991) û raperîna sala 1991ê ya xelkê Başûrê Kurdistanê bûye, pileya wî Serleq bûye.











