Jînenîgarî

Îsmaîl Teha Elî, Sala 1932 li gundê Bazê yê ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û sala 1959 karîbû bawernameya zanîngehê di beşa çandiniyê de bi dest bixe. Her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê li gel Larîsa Mîxaîl Grîgorîvîç pêk aniye û du keç û kurek bi navên Kurdistan, Pakistan û Elî hebûne. Piştî vegera wan ji Yekîtiya Sovyetê û hilgirsa Şoreşa Eylûlê, ji 12ê hezîrana 1963 heta 20ê kanûna yekem a 1963 Larîsa Mîxaîla hevsera wî li gel sê zarokên xwe, li Hewlêrê ji aliyê rejîma Beis ve, bi tohmeta ku hevserê wê Pêşmergeyê Mela Mistefa Barzanî ye, tên desteserkirin û xistine girtîgehê û piştre li taxa Îskan û paşê li taxa Seydawa niştecî bûye û di bin çavdêriyê de bûye û paşê vedigere Yekîtiya Sovyetê.

Xebatname

Sala 1943 tevlî rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan bûye û bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945 bi fermana dadgeha leşkerî ya awarte dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945 û piştî şikestina Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mela Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin, piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946 di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji komarê kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947 bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgir) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947 li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947 hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947 li çemê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn û Ayolax li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947 hatine veguhastin bo kampa Bakû li Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilên leşkerî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya leşkerî dane wan.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilên leşkerî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya leşkerî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa leşkerî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya leşkerî de berdewam dibin.

Di adara 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Îraqê û vegera jênêral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959 û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û karpêkirina bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.

Di sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di dîroka 16ê nîsana 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê û li Hewlêrê niştecî bûye.

Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di 31ê tîrmeha 1983 di proseya Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê li gel kurekî bi navê Ebdulcebar Îsmaîl (1968-1983) şûnwenda bûye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  3. Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Ce'fer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Dar El-Hîkme - 2016).
  4. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Žažokî de, 62 roj ligel Barzanî, çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşenbîrî - 1997).
  5. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  6. Desteya Ensîklopediyayê, naveroka hevpeyvîna ligel Mihemed Es'ed Teha, di dîroka 5ê Adara 2019an - Pîrmam.
  7. Nivîsa biryara komîteya lêborîna giştî ya vegerandina rûmetê bo şehîdên şoreşa Barzan, kovara Rizgarî, hejmar 3,2, Çapxaneya Rabite, Bexda, 1ê Nîsana 1959an.