Piştî şerê Zawîte di 5 heta 6ê kanûna pêşîn a 1961ê de ku tê de Pêşmerge serkeftineke mezin bi dest xist, piştî ku karî ziyaneke mezin bigihîne Artêşa Iraqê û ceşan, ev yek dike ku Pêşmerge dest deyne ser bajarokê Serseng û newala Zawîte. Serok Barzanî wê demê li gundê Elkêşkê bû, nûçe jê re hat ku hêzên Artêşa Iraqê liv û tevgerên zêde dikin û niyeta êrîşeke berfireh heye bi armanca vekirina rêya Serseng û ji nû ve dest danîna ser navçeyê.
AmadekarîDi 12ê kanûna pêşîn a 1961ê de hêzên hikûmetê, ku ji tîpek (seriye) zirêpoş, tîpek piyade ji batalyona 3 ya lîwaya 11, ketîbeyeke topavêj, batalyona polîsan, batalyona 3 ya lîwaya yekê ya polîsan ligel 200 ceşên kirêgirtî pêk dihatin, ev hêz ji Dihokê ber bi Amêdiyê ve bi fermandariya eqîd Beşîr Îbrahîm fermandeyê batalyona 3 ya lîwaya 11 tevgeriyan.
Barzanî rasterast serperiştiya bereya şer dikir û li gorî taktîkek serbazî ya xurt hêzên xwe li ser çendîn sengerên berevaniyê ji Mêrga Dirêj heta gundê Lomana û ji gundê Kevlesnê heta gundê Bagêra ya jorîn dabeş kiribûn. Amadekarî di şêweyê kemîn û şerê partîzanî de bû, di heman demê de bi nexşeyeke taktîkî ya serbazî ve girêdayî bû ku 200 Pêşmerge di bin fermandariya Mela Şinê Qurtas Bêdarûnî de ji Qentara heta serê Suwaratoka li her du aliyên rê de hatibûn bicihkirin, herwiha 200 Pêşmergeyên din bi fermandariya Heso Mîrxan Dolemerî di navbera Gorê Gavana heta Mangêşê li her du aliyên rê de hatin bicihkirin, bi vî awayî ev her du rêyên sereke bi temamî di bin desthilata hêza Pêşmerge de bûn.
Piştî ku Barzanî hat agahdarkirin ji hatina wê hêza mezin a hikûmetê, lewma ferman da ku Pêşmerge li pîçên Lomana kemînekê deyne, gava ku hêz hat ket nav kemîna Pêşmerge û kesek jê rizgar nebû, yan hatin kuştin, yan birîndar bûn, yan jî dîl hatin girtin, tevahiya kelûpelên serbazî jî ketin destê Pêşmerge..
Cihê gotinê ye di dema rûbirûbûna dijwar de keşûhewa di berjewendiya Pêşmerge de bû, rojeke sar bû, mijê tevahiya navçe girtibû, firokeyên şer nekarîn cihên Pêşmerge bombebaran bikin, ji ber ku ji ber keşûhewayê nedikarîn cudahiyê di navbera Pêşmerge û serbazan de bikin, herwiha ji ber nêzîkbûna wan ji hev, lewma bêhûde li asmanê navçeyê dizivirîn.
Ziyanên dijmin û destkeftiyên PêşmergeEncama şer ziyaneke mezin a canî û madî ji bo hikûmetê bi xwe re anî ku bû sedema kuştin û dîlgirtina sedan serbazên Artêşa Iraqê ku piraniya wan di rêzên polîsan de bûn, herwiha 76 otomobîlên barhilgir hatin şewitandin, destkeftiyên Pêşmerge jî, hejmareke mezin ji cebilxaneyên serbazî ji fîşek û teqemeniyên pêwîst ên din ên serbazî û komkirina 1500 perçe çekên cuda li meydana şer hatin desteserkirin. Ji ber ku hejmarek ji kurên eşîrên Badînanê ji Nêrweyî, Berwarî, Sindî, Dûskî û Gulî nû hatibûn rêzên şoreşê û bibûn Pêşmerge û çekên wan tunebûn, ev destkeftî bûn sedem ku piraniya wan bibin xwediyê çek.
Ziyanên Şoreşa Kurdistanê di wê destanê de du Pêşmerge canê xwe ji dest dan bi navên Xidir Kerîm Xoşnaw û Hesen Goran û birîndarbûna 18 Pêşmergeyên din.
Hêjayî gotinê ye beşdarekî bûyerê amaje bi wê dike ku ev ziyana canî ya mezin a hêzên hikûmetê bû sedema nîgeranî û xemgîniya Barzanî, heta gotibû serbaz û polîs jî qurbanî ne û kurên vî miletî ne, bi fermana hikûmetê hatine ji bo şerê me, lewma heta ji we tê wan nekujin, birîndar bikin, ji ber wê hêza fermande Nebî Serasin ku rêya derbaskirinê lê girtibûn, li ser fermana Barzanî rêya wî jê re vekir da ku paşvekişin û xwe ji mirinê rizgar bikin.
Dengvedana serkeftina vê destanêGirîngiya tomarkirina vê serkeftina hêza Pêşmerge di Destana Lomana de, şoreş çû qonaxeke nû, bû sedema belavbûna giyanê baweriya bi xwe û berzkirinê ya moralê Pêşmerge ji bo rûbirûbûna li dijî hêzeke mezin a tijî çek li tevahiya Kurdistanê bi navçeyên Soranê ve jî, herwiha cara yekem bû Artêşa hikûmetê ziyaneke wiha giran ji aliyên canî û madî ve lê bikeve, ji aliyekî din ve têkşikandina astengiya xiyanetê û ceşatiyê ji bo wan kesên di nav vê çarçoveyê de bûn wan bixe nav bazneya riswabûnê zêdetir û bi Kurdistanîyan bide naskirin, di heman demê de bersivdayîneke rast a Şoreşa Kurdistanê bû ji bo daxuyanî û Kongre ya rojnamevanî ya Ebdulkerîm Qasim di 23ê îlonê 1961ê de ku tê de destpêk û dawiya serhildana Kurdî ragihandibû.
Girîngiyeke din a vê destanê di wê de xwe dibîne ku tevahiya lîwayeke gerok tê de çû ku berê me amaje pê kir, ew serbazên di wî şerî de hatin kuştin yan birîndar bûn yan dîl hatin girtin her yek ji wan xelkê cih û bajarekî Îraqê bûn, yên hatin azadkirin yan bi birîndarî vegeriyan nûçeya Şoreşa Kurdistanê li tevahiya Îraqê belav kirin, bi vê yekê dengvedana serkeftinê ji bo dost û dijmin li Îraq û Kurdistanê derket ku şoreş di berzkirinê ya dirûşmên xwe de rastgo ye, ji ber ku ji bilî azadkirina dîlan ku hejmara wan 330 kes bû, piştî ku ji bo gundê Kundeka binî ji wir hatin azadkirin paşê şandin Dihokê, birîndar jî piştî ku hatin dermankirin hatin azadkirin.
Piştî wî şerî hikûmet neçar bû daxwaza danûstandinê ji Mela Mistefa Barzanî bike, her çend di rastiyê de niyeta hikûmetê ji bo gotûbêjê planek bû ji bo bordûmankirina cihê danûstandinê di dema hevdîtina Serok Barzanî û fermandeyê cehfelê lîwaya 5 eqîdê rukin Hesen Ebud da ku bi hev re dawî bi jiyana wan bînin, lê zîrekiya Barzanî piştî şêwirînê ligel fermandeyên Pêşmerge cihê hevdîtinê guhert, bi vê yekê pilangeriya hikûmetê ji bo her du aliyan derket û eşkere bû.
Çavkanî:1- Ebdulfetah Elî Botanî, Mentiqet Badînan 1925 – 1970, c 2, Matbaet Cameat Selahaddîn, Erbîl, 2017, s 159.
2- Seîd Hemû, Muzekkerat Emr Liwa Mûşat, Bexdad, 1977, s 20.
3- Wesfî Hesen Redînî, Destana Lomana – Kevlesnê, Çapxaneya Xanî, Dihok, l 23 – 24.
4- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Îlonê, Çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn, Hewlêr, 2012, l 150 – 151.
5- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bi duway dadperweriyê da dîwêkî tirî mêjûy şoreş li Kurdistan da 1943 – 1991, bergi yekem, bê cihê çap, Kurdistan, 2021, l 224 – 225.
6- Receb Cemîl Hebîb, Amêdî (El-Emadiye) 1921 – 1975, Matbaet Hewar, Dihok, 2012, s 236 – 237.
7- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka şoreşa Îlonê de, çapa duyem, Ofîsa Tefsîr, Hewlêr, 2006, r. 40.





