Jînenîgarî

Sala 1920 li gundê Bêdarûnî ser bi nahiya Gûretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna wî bo Komara Dêmokrata Kurdistanê, du jinên wî hebûne, hevjîna yekem navê wê Megrûm Ebdulrehman bûye û keçek wî jê hebûye bi navê Xatûn Melaşnî (1945) û hevjîna duyem bi navê Lalî Mamend Tajdîn bûye. Melaşnî li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya bakaloryosê di beşa çandiniyê ya Zanîngeha Tenbov a Moskowê de wergirtiye.

Xebatname

Sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û fermandeyê hêzê bûye li navçeya Barzan, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêz û neveguhêzên wî de hatiye girtin. Di rêkefta 12ê îlona 1945an de beşdarî şerê Serê Akrê kiriye û piştî şehîdbûna Ezîz Axa Zerarî, cihê navbûyî girtiye.

 Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge û di şerên bereya Seqizê li gundê Serûçawayê yê Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kiriye.

 Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakûrk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegeriyana wan, jenerel Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetûr û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komelê serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûyê wekî dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêrên meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbejê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewra navbûyî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbûyî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.   

Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di 11ê îlona 1961ê de fermandeyê hêzê bûye, di rêkefta 12ê sibata 1962an de li ser biryara Mela Mistefa Barzanî leşkerê Badînan hate damezrandin û navbûyî hate kirin fermandeyê hêza Akrê, di rêkefta 10ê adara heman salê de beşdarî şerên Geliyê Qentara, Mirîba, Çiyayê Çapank, binkeya polîsê Brîfka bûye, herwiha sala 1962 beşdarî şerên Blê, Barzan, Çiyayê Pîrevat û Gorêzî bûye, li navçeya Şaneder û Dola Nehla fermandeyê hêzê bûye, di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an serkirdayetî kirina şerê Serê Akrê di stûyê wî de bûye, di 27ê hezîrana 1963an beşdarî şerê Çiyayê Pirsê bûye û şehîd bûye.

Serçave:
  1. Hamîd Geherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), l.l 450, 462, 465, 470.

  2. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Plandanînê, Yekeyên kargêriyên parêzgehên Herêma Kurdistanê û hejmara xêzan û rûniştvanan, Hewlêr, 2009z, l.l 134-137.

  3. Hemîd Gerdî, Puxteya mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z), l.l 51, 60, 62, 80, 95, 133, 155.

  4. Hemîd Gerdî, Roja Kurdî di mêjûyê de, çapa yekem, (Hewlêr - Birêveberiya çapxaneya rewşenbîrî - 2005z), l 180.

  5. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m), s 203.

  6. Sefer Yûsif Mîrxan, Lalî Mamend Tajdîn hevjîna şehîdê fermande Melaşnî Bêdarûnî koça dawî kir, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 4669, Hewlêr, 27ê çiriya pêşîn a 2014z, l 7.

  7. Şeban Elî Şeban, hinek Zanîyari Siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z), r. 45.

  8. Şefîq Husên Şetunsî, Çavpêkêftineke digel Pêşmergeyê şoreşa Eylûla mezin (Mihemed Yehya Hesen Berwarî), Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Giştî ya Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 142, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kanûna Duyem a 2010z, r. 53.

  9. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrînî Pêşmerge, çapa yekem, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), r. 36.

  10. Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li dîroka şoreşa Eylûlê, çapa yekem, (Hewlêr - Nûsîngeha Tefsîr bo Belavkirin û Ragihandin - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2007z), r. 61, 67, 165.

  11. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z), r. 607, 856.

  12. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê sêyê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z), r. 1005.

  13. Emer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z), r. 39.

  14. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z), r. 121, 126-127.

  15. Ebdullah Xefûr, Ferhenga cografî ya Hewlêrê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), r. 45, 81, 100, 328.

  16. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên li Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z), r. 84, 94-96.

  17. Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15 Nîsana 1959, r. 2, 4.

  18. Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj digel Barzanî çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyet, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z), r. 118.

  19. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14 Tîrmeha 1958 li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşanê - 1979z), r. 288.

  20. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z), r. 135, 139, 184, 188, 194-197, 200-201, 205, 463.

  21. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1961 - 1975, bergê sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z), r. 126-127.

  22. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z), r. 269.

  23. Wesfî Hesen Ridêtî, Dastana Geliyê Qentara li Arada 1962, Kovara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 130, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, Kanûna Duyem a 2008z, r. 48.

  24. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

  25. Yûsif Sebrî û Dilovan Mistefa, Bo azadîya welatî, beşa yekê, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012z), r. 143.