Jînenîgarî

Şehîd Sidiq Hecî Husên Batîfî, di sala 1952an de li Batîfayê hatiye ser dinyayê, di sala 1985an de dema encamdana çalakiyeke şoreşgerî li Girê Migara li devera Şêxan şehîd dibe.

Xebatname

Şehîd Sidiq Hecî Husên Batîfî, di temenekî genc de û di sala 1973an de dibe pêşmerge li hêza Zaxo bi fermandariya Îsê Siwar, di sala 1974an de dema careke din leşkerê Iraqê êrîş aniye ser Kurdistanê, şehîd Sidiq yek ji wan pêşmergeyan bûye ku li gel hêza Zaxo, li batalyona şehîd Hecî Qado Gravî, bersîngê êrîşa dijmin girtiye û şerekî mêrane li geliyê Zaxo û Hesenava kiriye, di heman salê de şehîd Sidiq beşdarî di van şeran de jî kiriye wekî girtina rebaya Deştmirê, girtina rebaya Dorinexê di hezîrana 1974an de, girtina rebaya Çem Mişko, şerên Qerewla û Berzîbarê.

Di havîna sala 1974an de batalyona şehîd Hecî Qado Gravî ku şehîd Sidiq jî yek ji pêşmergeyên wî bûye, tê veguhestin bo bereyên şer li devera Balekayetî û li bereyê Gewriya Bêşê çeperên xwe digirin, ew li wir tûşî êrîş û bombebaranên giran dibin û ew û çar hevalên xwe li wir di şerekî giran de birîndar dibin û şehîd Sidiq tê veguhestin bo nexweşxaneyeke Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê ji bo çareseriyê, piştî ew tê çareserkirin careke din vedigere bereyên şer li dev hevalên xwe.

Şehîd Sidiq piştî şikestina şoreşa Îlonê di adara 1975an de tê Batîfayê, lê êdî Batîfa ne ew Batîfaya berê ya azad û tijî reng û sîmayê kurdayetiyê bû, belkî ya tijî bûye ji leşker, sîxur û zebanîyên dilreş û dil bi kînên dagirkeran. Lewma jî bêhna wî teng dibe û hesta wî ya kurdayetiyê dişewite, êdî ew li rêyeke digere ku dest bi xebat û şoreşeke nû bike ji bo paqijkirina Kurdistanê ji dagirkeran.

Piştî hêdî hêdî çirîska şoreşa Gulanê geş dibe, ew di havîna sala 1976an de xwe digihîne kadroyên şoreşê û li gel hevalê xwe Ebdullezîz Ebdulrehman Keşanî û hindek hevalên din, dibin endamên rêxistinên nihênî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û dest bi kar û çalakiyan dikin li dijî hêz û sîxurên rejîma dagirker.

Berî kongreya 9an a partiyê peywendiya şehîd Sidiq li gel Xazî Zêbarî endamê desteya herêma yek bû û piştî kongreyê jî li gel d. Cercîs Hesen berpirsê liqa yek bû, êdî xebata wan gelek alî bi xwe ve digirtin wekî komkirin û şandina zanyariyan li ser livînên dijmin bo pêşmergeyî, rêberîkirin ji bo mefrezeyên pêşmergeyî li dema encamdana çalakiyên pêşmergatiyê li nav Batîfayê û derdora wê, belavkirina belavokên partiyê û şoreşê di nav Batîfa û Zaxo û Mûsilê de û herwesa encamdana hindek çalakiyên leşkerî li nav bajaran li dijî hêz û sîxurên dijmin, wekî avêtina çend narincokan li dijî dijmin li nav bajarê Zaxo.

Ji wan çalakiyên pêşmergeyî yên şehîd Sidiq rêberî bo pêşmergeyî kiriye ji bo encamdana wan, dest bi ser da girtina pezê rejîmê li Sîrkutkî û Mela Erebî, danîna boseyeke li ber leşkerê dijmin ên ku ji cihên zêrevaniya ser cadeyê vedigeriyan baregeha lîwaya Batîfayê, lêdana rebaya Gir Daholî li devera Batîfayê di sala 1978an de, lêdana baregeha rêxistina Be'siyan li nav Batîfayê di sala 1978an de û agehdarkirina pêşmergeyî li ser hatina serokê rejîmê Sedam Huseyn bo Zaxo ku dibe bête Batîfayê jî.

Pêşmergeyî jî ji bo vê armancê di 22ê adara 1981ê de boseyeke li Zembîlfiroşî li rojavayê Batîfayê danî, herçend Sedam nehat, lê karwanekî leşkerê dijmin kete boseyê û hejmareke mezin ji leşkerê dijmin hatin kuştin.

Helbet şehîd Sidiq tifengeke veşartî hebû, dema wî rêberî bo pêşmergeyî dikir yan li gel pêşmergeyî beşdarî di çalakiyên leşkerî de dikir, wî ew tifenga xwe derdixist û bi kar dianî, di sala 1982an de piştî birayê wî Muslih ji aliyê emna Be'siyan ve tê şehîdkirin, ew xwe digihîne nav şoreşê û dibe pêşmerge li sînorê lijna Duhokê û li gel rêxistina şehîd Ehmed Hecî Husên, şehîd Sidiq ji ber zîrekî û çelengiya xwe destpêkê dibe endamê rêxistinê û berpirsê şaneyeke sereke ya pêşmergeyî û paşê jî dibe cîgirê berpirsê rêxistina Rêncberan û dawiyê jî dibe berpirsê rêxistina şehîd Hemîd Hefzila.

Şehîd Sidiq di van salên kurt ên pêşmergatiya xwe de beşdariyê di dehan çalakiyên leşkeriyên mezin de dike û di hemûyan de jî roleke berçav digêre. Herçend wî beşdarî di gelek çalakiyan de kiriye wekî:

-Girtina binkeyên dijmin li devera Bagêra di sala 1982an de, destkeftên wan 12 dîl û 13 kalaşnîkof û arpiyêyek û topeke 60mm û dezgayeke bêtêlê ya Rakal bûn.

- Girtina binkeyên dijmin li Masîkê ku nuke bûye taxeke Duhokê, di sala 1983an de, destkeftên wan 5 dîl û 9 kalaşnîkof û dezgayeke bêtêlê ya Rakal bûn.

- Danîna boseyeke li ser rêya Mangêşkê li nêzîkî gundê Hucafa, di sala 1983an de destkeftên wan 6 kalaşnîkof bûn.

- Danîna boseyeke li ser pira Sadiya li devera Mangêşkê, di sala 1983an de, destkeftên wan 4 kalaşnîkof bûn.

- Lêdana binkeyê dijmin li Zawîte.

- Danîna boseyeke li navbera Korên Gafana û gundê Memanê, destkeftên wan 7 kalaşnîkof bûn.

- Girtina binkeyeke dijmin li Şeranişê devera Zaxo, di sala 1983an de, destkeftên wan 6 kalaşnîkof bûn.

- Danîna boseyeke li navbera Zawîte û Duhokê li nêzîk gundê Berê Behar di sala 1984an de, destkeftên wan 18 kalaşnîkof bûn.

- Bersîngirtin û şikandina êrîşa mezin a leşker û caşên dijmin bo ser deverên herdû lijneyên Zaxo û Duhok di havîna 1984an de, ku şehîd Sidiq roleke gelek mezin û berçav hebûye di şikandina êrîşê de li bereyê Gelaniskê û ji ber rolê wî yê qehremanane ew hingê bi demançeyeke 14 xor hat xelatkirin ji aliyê liqa yek ve.

Mixabin di şeva 3 li ser 4ê hezîrana 1985an dema rêxistina wan ya şehîd Hemîd Hefzullah ya ser bi lijneya Dihokê ve û rêxistina şehîdên Dekan ya ser bi lijneya Şêxan ve bi serperiştiya Emîn Nisrî, êrîş birine ser bingehê dijmin li Girê Mexara li devera Şêxan, dema di destpêka êrîşê de şehîd Sediq li ber dîwarê bingehê dijmin tê şehîdkirin, şehîd Emîn Nisrî misoger dizanit ku eger ew qesta termê şehîd Sediq bike ew jî dê şehîd bibe, çimkî agirê tifengên dijmin yê zal bû li ser cihê şehîd Sediq, lê dîsan jî ew naxwazit termê hevalê xwe bihêlite di destên dijmin de, lewma ew jî êrîş dike û ew jî dikeve ber tenişta şehîd Sediq û şehîd dibe, termê şehîd Emîn li gundê Nisra li devera Etruşê û yê şehîd Sediq jî li Gofkê devera Batîfê hatiye veşartin, ew û hevalê xwe Emîn Nisrî, ku herdû jî berpirsên êrîşê û berpirsên rêxistinên leşkerî bûn, hatine şehîdkirin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.