
Xalid Elî Ehmed
Xalid Elî Ehmed (1930-1982), nasraw bi Xalidê Kor, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.403 encam

Xalid Elî Ehmed (1930-1982), nasraw bi Xalidê Kor, Pêşmerge û hevalê Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye.

Fermandey Hiso Mehmûd Babekir, ku bi navê Hiso Kanyelincî tê naskirin, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê, Gulanê û Raperînê bûye, di sala 1959an de peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye, xwediyê Medalya Barzanî yê nemir e.

Ehmed Resûl Elî Hisên, naskirî bi Ehmed Birno, sala 1949an li gundê Girtikê yê devera Balekayetî ya qezaya Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê akincî bûye, piştî demekê bo kampên Serawnîlûferî yên bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin, piştî mayîna demekê li wî bajarî ji wir jî bo Benderbûşehrê hatiye veguhastin, sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Kurdistanê vedigere nîştiman û li bajarê Soranê niştecih dibe.

Qadir Hemed Emîn Hisên, naskirî bi (Qadirê Sorê Rûstayî) di 1ê Tebaxa 1949an de, li gundê Rûstî yê nahyeya Gelale ya qezaya Çoman a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1969an peywendî bi rêkxistinên Pêşmerge li sînorê Lîjneya Navçeyê ya Balek kiriye. Sala 1970yî peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1976an di Şoreşa Gulanê de wekî mefrezeya seretayî li navçeya Balekayetî peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye. Sala 1994an şehîd hatiye kirin.

Ebdulla Îsa Îsa (1920-1981), Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye.

Cewher Esed Fettah, naskirî bi (Cewher Esed Axa), sala 1952an li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1974an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1979an peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye. Di 15ê kanûna yekem a 2010an de madalyaya Barzani yê nemir jê re hatiye bexşîn.

Ebdullezîz Hemed bi (Ezîzê Sor) tê naskirin, endamê rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bûye, berpirsiyarê mefrezeya çalakî ya nav bajêr bûye, di jiyana pêşmergatiyê de çar caran birîndar bûye, di sala 1967an de li nav bajarê Hewlêrê ketiye kemîna koma Îbrahîm Ehmed - Celal Talebanî û şehîd kirine.

Ehmed Mehmûd Zahîr Mehmûd, nasnavê wî Ehmed Cixsî ye, di Şoreşa Eylûlê de Pêşmerge bûye, di pêşmergatiyê de carekê birîndar bûye, berpirsiyarê kargeha çekên şoreşê bûye, kurekî enfalê ye, di sala 1975an de şehîd bûye.

Piştî ku deverên Balekayetî û Sîdekan ketin bin destê Hêzên Pêşmerge, Mistefa Barzanî rêberê şoreşa Kurd bi hêzekê ve rû bi rûyê navçeya Xoşnawetiyê bû, bi mebesta ku çalakiyên şoreşê bigihîne hemû navçeyên Kurdistanê ku ji Zaxo heta Xaneqînê bi yekgirtî rû bi rûyê dijmin bibin.

Emîr Eaz Ezîz Mehmûd, nasraw bi (Şehîd Kako), di sala 1937an de li qezaya Mexmûrê ji dayik bûye, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bûye, di Pêşmergatiyê de berpirsê mefreza baregeha Barzanî bûye û paşê bûye fermandeyê hêz, di berwarî 13ê Tebaxa 1983an de li çiyayê Qendîlê Şehîd bûne.

Ehmed Mihemed Ebûbekir, nasraw bi (Feqê Ehmed Pşderî), sala 1922an li gundê Delge li navçeya Pşder li nahiyeya Hêro ser bi qezaya Qeladizê parêzgeha Silêmaniyê ji dayik bûye, sala 1958an peywendî bi rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye, sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) awareyê welatê Îranê bûye, di 4ê çiriya pêşîn a 1979an de wek endamê Kongre beşdarî di Kongreya nehem a Partiya Demokrat a Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Hesen Şêx Mistefa Boselî, sala 1948 li gundê Bosel li qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Sala 1967 çûye nava refên pêşmergeyên hêza Zaxo, piştî ketiya Şoreşa Eylûlê di sala 1975an de, awareyê welatê Îranê bûye, piştî raperîna sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, sala 2003an hatiye kirin fermandeyê emeliyatên Artêşa Çar, di roja 16ê kanûna pêşîn a 2013an de medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.