Jiyanname

Şehîd Ehmed Mehmûd xelkê gundê Benanê yê ser bi navçeya Mizûrî Bala ya ser bi qezaya Mêrgesorê ye. Di sala 1938an de li xaka awareyî û li gundê Balê yê ser bi qezaya Şemzînanê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye, navê hevjîna wî Misrixan Seidî ye û kurên wî Ebdullah, Dilêr, Hoşyar û keçên wî Şilêr û Şîlan in. Di şalaava bednav a Enfalê ya Barzaniyan de di berwarî 10ê Tebaxa 1983an de kurê wî yê mezin bi navê Ebdullah di temenê 17 saliyê de dikeve ber şalaava enfalê û bêserûşûn e.  

Xebatname

Di sala 1908an de malbata wan ji ber şoreşa Şêx Ebdulselam Barzanî awareyî welatê Tirkiyeyê dibin û li gundê Balê yê ser bi qezaya Şemzînanê niştecî dibin. Bi vê sedemê diçe serbaziya welatê Tirkiyeyê û di beşa endazyariya pîşesaziyê de kar dike heta sala 1957an û şarezayiyeke gelek baş peyda dike. Piştî vegerê di sala 1961an de bi rêya Esed Xoşewî peywendî bi Şoreşa Eylûlê ve dike û maweya du salan dibe Pêşmerge. Bi hevkariya serkirdatiya şoreşê ji bo zanyariyên zêdetir komkirin li ser çek û teqemeniyan û şêwaza bikaranîna wan diçe derveyî welat. Ew welatên ku serdana wan kiriye ev in: Îran, Tirkiye, Brîtanya, Almanya, Yewnanistan, Fransa ku karîbû hinek kelûpelên kargehî ligel xwe bîne. Piştî vegera wî bo Kurdistanê mijûlî çêkirina wan çekan bû ku di dastan û qehremaniyan de diketin destê Pêşmerge, ligel wê jî roleke bilind hebû di pûçkirin û rakirina mîn û bombeyên rejîma Beis de. Di dastana Çiyayê Metîn de ew çekên ku wek destkeft ketibûn destê Pêşmerge, TNT lê hatibû rijandin, dema pişkinînê de, bi ser wî de diteqe û tiliyên destê xwe ji dest dide.

Di sala 1972an de bi piştevanî û fermana Barzaniyê Nemir û hevkariya Esed Xoşewî kargeheke serbazî li Geliyê Qumrî li navçeya Berwarî Bala damezrand û bû berpirsiyarê wê kargehê û hemû ew amûrên ku ji bo vê kargehê pêwîst bûn hatin dabînkirin. Di dawiyê de kargehê bi berfirehî dest bi karê xwe kir ku mijûlî çêkirina hemû cure çekekê bûn heta çekên giran jî.

Di sala 1974an de li sînorê devera Amêdiyê balafireke dijmin dikeve destê Pêşmerge. Ehmed diçe û hemû parçeyên wê bi heywanan vediguhêze kargeha xwe û ji bo çêkirina mînên dijî tank û bombeyên destî (narincok) sûdê jê werdigirin û Pêşmerge careke din li hember dijmin bikar dianîn. Ew çekên ku Ehmed Cixsî çêdikirin an çêkiribûn ev in:

  1. Bombeya dijî tank û zirêpoşan.
  2. Bombeya destî (narincok).
  3. Çêkirina amûra bêtêlê.
  4. Çêkirina hemû cure çekên ji kar ketî wek (demançe, kalaşnîkov, brno, doşka, hok)
  5. Çêkirina parçeyên yedek ji bo çekên curbicur.
  6. Çêkirina hemû cure bizwêner û amûrên pîşesazî yên ji kar ketî.
  7. Pûçkirina hemû cure bombeyan wek bombeyên çandî û bombeyên hilawîstî.

Di sala 1975an de piştî nesko ya şoreşê, hemû peywendiyên xwe ligel Pêşmerge û serkirdatiya şoreşê dibire û hêdî hêdî xelkê deverê hemû kargehê talan dikin, lewra bi neçarî wê deverê bi cih dihêle û rû li sînorê welatê Tirkiyeyê dike, lê di rê de kesekî nêzîkî xwe dibîne bi navê Mela Nebî ku bi Mela Nebiyê Pêndroyî tê naskirin, wî vedigerîne malê û dibêje nabe Kurdistanê bi cih bihêlin. Vedigerin malê û ji aliyê çend kesan ve daxwaz ji wan tê kirin ku ji bo nanê nîvro biçin mala wan û her ew kesane nûçeyê didin caşan ku du pêşmergeyên Barzanî hewl didin birevin. Di dema ku mijûlî xwarina nanê nîvro dibin, caş bi ser wan de tên û yekem car Ehmed Cixsî şehîd dikin û piştre Mela Nebî, maweya sê rojan nahêlin termên wan bi xakê bispêrin, piştre bi sedema gotina çend kesayetiyên deverê bi xakê dispêrin, lê piştî heşt rojan ji bi xaksipartina wan, careke din ji aliyê caşan ve laşên wan derdixin û termên wan dibin bo fermandariya serbazî ya Duhokê û heta niha jî gora wan ne diyar e.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.