Hesen Şêx Mistefa Boselî, sala 1948 li gundê Bosel li qezaya Zaxo ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, xwendina seretayî li gundê Bosel xwendiye, sala 1975 piştî ketiya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, li wir jî hatiye veguhastin bo kampa Cehrûm li parêzgeha Fars (Şîraz), heta sala 1977 li wir maye û piştre hatiye veguhastin bo bajarê Erak, sala 1979 piştî serketina şoreşa îslamî li ser rejîma şahê Îranê, vegeriyaye bajarê Neẍede. 

Hesen Şêx Mistefa Boselî, sala 1967 peywendî bi hêza pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li hêza Zaxo bi fermandeyiya Îsa Siwar bûye pêşmerge, sala 1970 ligel Reşîd Sindî fermandeyê hêza Pîremegrûn çûye Hacî Omeran, sala 1974 piştî êrîşa Artêşa Iraqê bo ser hêza pêşmerge, beşdarî şerên Qişlaxî li devera Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê kiriye, sala 1975 vegeriyaye devera Zaxo, heman sal piştî ketiya Şoreşa Eylûlê awareyê Îranê bûye.

Sala 1979 peywendî bi hêza pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û heta sala 1986 wek pêşmerge li Rojhilatê Kurdistanê bûye û di wê demê de bi şêweyê mefrezeya partîzanî beşdarî şerên Hacî Omeran û Dola Şehîdan a qezaya Qeladizê û Serê Berdê ya nahiyeya Diyana û şerê Dûbanê kiriye. Sala 1986 heta 1987 du caran li baregeha fewca Artêşa Iraqê dane li Şiranş, sala 1988 beşdarî şerê Dêrelokê li dijî artêş û hêza caşên Iraqê kiriye.

Sala 1988 piştî şalaweya Enfalê li dijî xelkê Başûrê Kurdistanê û devera Badînan, awareyê welatê Tirkiyeyê bûye û li kampa bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê niştecih bûye. Piştî demekê ji wê kampê reviyaye û xwe gihandiye Rojhilatê Kurdistanê. Roja 13ê adara 1991ê ligel mefrezeyeke pêşmerge bi rêya Hacî Omeran vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, ji bo ku beşdarî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê bike li dijî dam û dezgehên hikûmeta Beis. Sala 1992 hatiye kirin fermandeyê hêza Sûrdaş li bajarê Zaxo û sala 1993 pileya fermandeyê batalyonê di Leşkerê Kurdistanê de wergirtiye, sala 2003 pileya fermandeyê emeliyatî di Artêşa Çar de wergirtiye.

  Di 16ê kanûna pêşîn a 2010an de, di Kongreya 13ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema xizmetên xwe ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.