Cewher Esed Fettah sala 1952an li gundê Mîranxûr li qezaya Pîrmam a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Hevjîndar e.
Sala 1974an dema ku rejîma Beis şerê dijî Kurd destpê kir, ji Mîranxûrê beşdarî şeran bûye, dûre çûye devera Sîdekanê.
Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê, Cewher Esed çûye gundê Kanî Spî li navçeya Deşta Bêl li Rojhilatê Kurdistanê û heta meha çiriya pêşîn a heman salê li wir maye. Dûre vegeriyaye Îraqê û ji aliyê rejîma Beis ve hatiye dûrxistin bo qezaya Şetreyê li parêzgeha Nasriyê, Cewher Esed ji bo maweya 18 mehan di dûrxistina xwe de hatiye ragirtin û dûre rê jê re dane ku vegere gundê xwe.
Sala 1978an vegeriyaye zêdê xwe û peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê kiriye û penah biriye ber devera Zeraretî li Şeqlaweyê. Di meha nîsana sala 1979an de çûye bajarê Şino li Rojhilatê Kurdistanê û bi awayekî fermî beşdarî di Şoreşa Gulanê kiriye û hatiye kirin berpirsiyarê nêzîkî 30 Pêşmergeyan. Di maweya pêşmergayetiyê de ji bo encamdana çalakiyan du caran vegeriyaye navçeyên Pîrmam û gundên derdora wê. Sala 1982an ligel Mihemedê Mela Qadir ku berpirsiyarê Liqê 2 bûye vegeriyaye navçeya Xetê û Tûtme li Dola Balîsanê.
Di bihara sala 1983an de, vegeriyaye Rojhilatê Kurdistanê û ji bo maweya çar salan li gundên Rajan, Garanê, Gêsiyan, Mîrawa, Mergewer û Berazan li navçeya Mergewera parêzgeha Ûrmiyê jiyaye. Sala 1990an, berî raperînê, vegeriyaye Hacî Omeran û beşdarî raperînê bûye.
Di dema gotûbêjên navbera hikûmet û Bereya Kurdistanî de, piştî şikestina artêşa Îraqê di Şerê Korê de, hêzek li komelgeha Şaxolê li berê Beranetiya li qezaya Kelekê damezrandiye. Dûre hatiye kirin fermandeyê hêzekê ku ser bi Mekteba Siyasî ya Partiyê ve bûye.
Sala 1998an, Cewher Esed Axa hatiye veguhastin bo Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pileya Lîwa.
Di 15ê kanûna yekem a 2010an de di Kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi sedema xizmetên xwe ji aliyê Serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzani yê nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





