Şehîd Qadir Hemed Emîn Hisên, naskirî bi (Qadirê Sorê Rûstayî) di 1ê Tebaxa 1949an de, li binara çiyayê Hesar û Helgurd, li gundê Rûstî yê nahyeya Gelale ya qezaya Çoman a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Bi sedema sextiya jiyanê neçûye dibistanê û xwendewar nebûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li Rojhilatê Kurdistanê niştecih bûye. Sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li qezaya Soranê niştecih bûye.

Sala 1969an peywendî bi rêkxistinên Pêşmerge li sînorê Lîjneya Navçeyê ya Balek kiriye. Sala 1970yî peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li hêza Balek bûye Pêşmerge û sereta pileya serpel û piştre serleq jê re hatiye dayîn. Di Şoreşa Eylûlê de beşdarî şerên Henderên, Gorêz, Gerûyê Dengarê, Kanî Semaq, Dare Hişk, Sertîz, Korêkê bûye.

Sala 1976an di Şoreşa Gulanê wekî mefrezeya seretayî li navçeya Balekayetî peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û beşdarî di dastana navçeya Balekayetî şerê Gundê Jor kiriye û birîndar bûye. Ji aliyê çend kesên xelkê gundê Geležêr ve bi zehmetî hatiye derbaskirin û gihandine gundê Rûst û li şikefteke bi navê (Şareşimk) bo dema zêdetir ji şeş mehan ji aliyê alîkarê pizîşkî bi navê (Me'rûf Reşîd Rûstayî) derman hatiye kirin û piştre dubare bo rêzên Pêşmerge vedigere.

Şehîd Qadirê Sor, di jiyana pêşmergatiyê de çendîn pileya berpirsiyariyê birîne, ji wan berpirsiyarê kert, berpirsiyarê rêkxistin, kargêrê navçe, fermandeyê hêza Helgurd, cîgirê leşker, piştre di Hêza Yekgirtû ya Kurdistanê de di sala 1992an de dibe fermandeyê batalyon (fevc). .
 Sala 1991ê berî destpêkirina raperîna cemawerî ya Kurdistanê, vedigere Kurdistanê û roleke karger dibe di azadkirina navçeya Balekayetî û devera Soran û Rewandiz û derdora wê, piştre dibe nûnerê Partî li Bereya Kurdistanî li bajarê Rewandizê. .

‏‎Şehîd Qadirê Sor, di temenê pêşmergatiyê de sê caran birîndar bûye, ji bilî şer û dastanên Şoreşa Eylûlê, di Şoreşa Gulanê de jî di çendîn şer û dastan de roleke wî hebûye, ji wan şerê Gundê Jor, Baleyan, Yaqûban, Nawkêlan, Pîrswan, Kospê Spî, Aşê Xidiraxa, Çombarok, Nawende, Mawan, Bolê, Bê Qepûş, Pîroz û Şemaman, Dolê Tû, Berde Spî, Pêçên Xanzad, Banegelan, Gerwezîn û Rêzan.
Serok Barzanî di pirtûka Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd, Raperîn derfet û astengên 1991-2002 di beşa 15ê qonaxa çarem a şerê navxwe li rûpel 370 behsa komek têkoşerên dêrîn û mandûnenasên gelê me dike, ku yek ji wan fermandeyan navê Qadirê Sor tîne..

‎Şehîd Qadirê Sorê Rûstayî, di 25ê Kanûna Yekem a 1994an de li gundê Gûyzanê yê nahyeya Gelale, li sînorê qezaya Çoman di şerê navxwe de şehîd tê kirin û termê wî li goristana Bergwan, li nahyeya Diyana ya ser bi qezaya Soranê, bi xak hatiye spartin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.