Ebdullezîz Hemed Mewlûd Çawê Bi Ezîzê Sor tê naskirin, di sala 1935an de li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, bajarî bûye û xwediyê aşekê bûye li nav bazara bajarê Hewlêrê, asta xwendewariya wî seretayî bûye, Ebdullezîz Hemed zewicî bûye û navê hevjîna wî Behiye Hemedemîn e û xwediyê kurekî bûye bi navê Hêriş ku di sala 1982an de ji aliyê rejîma Beis ve hatiye sêdaredan û şehîd bûye.
XebatnameEbdullezîz Hemed di sala 1949an de pileya endamtiyê di nav rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye, ku ev pileya wî ji aliyê Şehîd Ferensoyê Herîrî ve hatiye dayîn, di sala 1961an de bûye Pêşmergeyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ku di wê demê de li cem Şehîd Ferensoyê Herîrî bûye Pêşmerge.
Ebdullezîz Hemed bûye cihê bawerî û piştrastiya rehmetî Îdrîs Barzanî lewra di sala 1963an de pileya fermandeyê mefrezeya çalakî ya nav bajarê Hewlêrê jê re hatiye dayîn, ev mefreze rasterast ji aliyê Îdrîs Barzanî ve hatiye serpereştîkirin, di jiyana pêşmergatiyê de çar caran birîndar bûye, her çar caran di dema encamdana çalakiyan de bûye li nav bajarê Hewlêrê û derdora wê, ku du caran li nav bazara bajarê Hewlêrê bûye û du carên din li nahyeya Behrke û Mela Omer bûye.
Di sala 1967an de ligel du hevsengerên xwe vedigerin nav bajêr ji bo encamdana çalakiyeke taybet li kolana Siltan Muzefer, lê ketine kemîna koma Îbrahîm Ehmed - Celal Talebanî ku Ezîzê Gurge fermandeyê wan bûye, destrêja fîşekan li wan kirine û Ebdullezîz Hemed şehîd bûye û hevsengerekî wî bi navê Ziyad Sibuxçî bi giranî birîndar bûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





