
Lêdana Rebaya Şkêra 1986
Lêdana Rebaya Şkêra çalakiyeke hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bû dijî hêza çekdarên kirêgirtî (caş), di 19ê kanûna duyem a 1986ê de hêzeke Pêşmergeyên rêxistinên ser bi Lijneya Navçeya Zaxo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê êrîşî Rebaya Şkêra li navçeya Gulî ya devera Badînan kirin, karîn dest bi ser rebayê de bigirin û ziyaneke mezin a canî û madî bigihînin çekdarên kirêgirtî.







