Reşîd Salih Reşîd, sala 1973ê li gundê Stûnî ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xêzandar bûye û xwediyê çar zarokan bûye, heta pola sêyê navendî xwendiye. Sala 1990ê awareyê welatê Tirkiyeyê bûye û sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Lêlokê niştecih bûye.

Sala 1985ê peywendî bi rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye li sînorê lijneya navçeya Mêrgesor. Sala 1991ê piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê kiriye û li cem fermandeyê Melhem Dirî bûye Pêşmerge di Artêşa Barzan de. Sala 1993ê bûye endamê Kongreya 11ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê. Sala 1994ê hatiye veguhastin bo hêza 104ê bi fermandeyiya Hemîd Ergoşî û bûye berpirsiyarê rêxistina hêzê.

Sala 1996ê di şerekî berevaniyê de li gundê Mêrozê yê devera Mizûrî Bala dijî çekdarên pkk bi dijwarî birîndar bûye, sala 1997ê li gundê Mêrozê ji aliyê çekdarên pkk ve Şehîd hatiye kirin û termê wî li goristana gundê Lêlokê hatiye veşartin.

Çavkanî:

 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.