Artêşa Iraqê di meha Hezîrana 1963ê de hemû hewldanên xwe çir kirin da ku dawî li şoreşa Kurd bîne bi rêya destpêkirina êrîş û êrîşên xwe bo ser navçeyên şoreşê li deverên cuda yên Kurdistanê, piştî ku Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî (cahş) li bereya Akrê karîn dest deynin ser Serê Akrê û çiyayê Pêrsê, ku bi sedema bordûman û topbarana giran û êrîşên li pey hev fermandeyê hêza Pêşmerge Mela Şinî û pênc Pêşmerge Şehîd bûn, ew bandoreke neyînî li ser moralê Pêşmerge kir, hêza Pêşmerge ew senger vala kirin û ber bi Blê û Rêzan ve vekişiyan da ku xetekî din a berevaniyê ava bikin heta nehêlin Artêşa Iraqê lingê xwe bavêje Barzan ku hemû mebestên wê ew bû destê wê bigihêje û xirabe û wêran bike. 

Di 31ê Tîrmeha 1963ê de firqeya yekê ya Artêşa Iraqê ku ji lîwaya yek û çar pêk hatibû herwiha beşdariya heft hezar çekdarên kirêgirtî (cahş) ên Zêbarî, Surchî, Goran, Herkî, Şerefanî, Êzidî, Koçer û Berwarî, li damênê çiyayê Pêrsê şore bûn ber bi Blê û ji Zêyê Mezin derbas bûn, dest danîn ser Blê û derdora wê û vî alî û wî aliyê Zêyê qayim kirin. Di wê demê de hêj baregeha Barzanî li Geliyê Dalaşê bû ku dikeve rojhilatê gundê Seftê, Artêşa Iraqê bi çend firokeyên şerî bordûmana baregehê kirin û êrîş kirin, bi wê mebestê ku dorpêç bikin û Mistefa Barzanî rêberê şoreşê û Mesûd Barzanî ku hevalê wî bû ligel 15 Pêşmergeyên parêzvanên wan bigirin, lê karîn li ber xwe bidin û parêzgariya li xwe bikin û ji wê êrîşa artêş û cahşan rizgar bibin.

Di wê kêliyê de broşkeyeke Artêşa Iraqê ket destê serkirdatiya şoreşê ku di 4ê Tebaxê de Artêşa Iraqê niyeta êrîşê heye bo ser Barzan, Barzanî ferman kir ku xetekî berevaniyê li Milê Saricê damezrînin di navbera Blê û Barzan da ku nehêlin Artêşa Iraqê lingê xwe bavêje Barzan û xirabe bike û hikûmet bi mebesta xwe şad bibe, çimkî Barzanî bi xwe li wir amade bû rasterast serperiştiya şer dikir. Ji bo danîna xeta berevaniyê fermandeyê Pêşmerge Husên Mêrgesorî raspard ku berpirsiyariya wî mihwerê şer bigire stûyê xwe li Milê Saricê sengerên xwe qayim bikin û nehêlin pêşrewiyên artêş û cahşên wan bigihêjin Barzan.

Husên Mêrgesorî Pêşmergeyên xwe raspard û dabeşî ser sengeran kir û bi xwe jî di navenda xeta berevaniyê de li benda saeta sifirê dima, beriya destpêkirina êrîşê ji bo maweya şev û rojekê hikûmetê sengerên Pêşmerge bi top û firokeyan bordûman kir, paşê di berbanga roja 4ê Tebaxa 1963ê bi êrîşeke mezin û berfireh û hemû cure çekên giran û sivik êrîşî sengerên Pêşmerge kir, Pêşmergeyan jî bi wê çekê sivik ku di destê wan de bû ku pêk hatibû ji reşaşekê û hejmarek birnoya Îngilîzî rûbirûyê wan bûn, piştî 10 saetan di şer û pevçûnan de hêza Pêşmerge karîn êrîşa artêş û cahşan bi ziyana bi dehan kuştî û birîndaran têk bibin û paşekêşe pê bikin ku laşê 40 kuştiyên xwe li meydana şer hiştin, lê ji hêza Pêşmerge jî Husên Mêrgesorî fermandeyê Pêşmerge û sê Pêşmerge Şehîd bûn û yekî din jî birîndar bû. 

Piştî du rojan ango di 6ê Tebaxê de hêzên hikûmetê ber bi rojhilat ve zivirîn û mebesta girtina Rêzanê kirin ku qoleke din a xeta berevaniyê bû di bin fermandariya Uzêr Dolemerî û Umer Axa yê Dolemerî û Halî Dolemerî de ku nêzîkî hêzeke 200 Pêşmergeyan ligel wan bû, piştî bombaranekî giran a derdora pira Rêzanê hingê hêza artêş û cahş ber bi pirê ve dest bi tevgerê kirin, Pêşmergeyan jî di sengerên xwe de xwe veşartibûn heta serbaz û cahş gihîştin ser pirê û hinek ji wan jî derbas bûn hingê ji nişka ve lê hatin û dan ber reşandina gulleyan, serbaz û çekdarên kirêgirtî tûşî serlêşêwaziyê bûn û rêzên wan têk çû êrîşa wan têk çû û reviyan, vê carê jî laşê 36 kuştiyên xwe li meydana şer hiştin ku 14 laşên wan ketin Zêyê Mezin û avê birin. 

Diyar e di wê destana wî mihwerê şer de hêza Pêşmerge topeke hawenê ya pîvana 3 girê wan hebû ku tenê 12 gulleyên wan di dest de bû ew jî 6ên wan bi dijmin re teqandibûn 6ên din jî hildabûn, lê ji bo bextê Pêşmerge gulleyê yekem ketibû nav komeke cahşan û hinek kuştibûn êdî rewşeke pir metirsîdar ji bo artêş û cahşan çêkiribû. 

Piştî şikestina hêzên hikûmetê di wê êrîşê de jî bîra xwe li êrîşeke din kirin bo ser gundê Hostan li rojhilatê Barzan, hêzên Pêşmerge bi fermandeyê Sako Kaniyêlençî ku şûna Husên Mêrgesorî girt ligel berpirsiyarên din ên Pêşmerge sengerên xwe qayim kirin û xeta berevaniyê damezrandin, soz dan ku vê carê jî nehêlin artêşa hikûmetê nexşe û planên xwe bi cih bîne, sereta wek her carê Artêşa Iraqê dest bi topbarana giran a sengeran û bordûmana firokeyan kir, paşê di berbanga 8ê Tebaxa 1963ê de dest bi êrîşeke berbelav a berfireh kirin, vê carê jî hêza Pêşmerge li ber wan sekinîn û nehîştin xewna xwe pêk bînin û zû êrîşa wan têk birin û bi dehan kuştî û birîndaran ve ji meydana şer reviyan, hêza Pêşmerge tenê Şehîdek û du birîndarên wan hebûn.

Piştî wê êrîşê di 10ê Tebaxê û rojên paşê de du êrîşên din ên Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî (cahş) helmeta xwe birin ser bilindahiyên pişt gundê Astê da ku ji wir ve bikarin li ser gundê Rêzanê zal bin, lê di her du êrîşan de jî nekarîn bi ser bikevin belkî bi dijwarî têk çûn û kuştî û birîndarên wan çêbûn ligel dîlgirtina 4 serbazan, şayanê gotinê ye di hemû êrîşên wê destanê de Barzanî rêberê şoreşê her tim ji nêzîk ve rasterast serperiştiya şeran dikir. 

Artêşa Iraqê di berdewamiya şer û êrîşkarî de û di tola hemû wan şikestên li pey hev ên ku tûşî bû, tiştek ji bo wê nema ji bilî ku berdewam topbaran û bordûmana Barzan û gundên derdora wê dikir heta kavil û wêran kirin.

Piştî ew şikest û têkçûn û ziyanên mezin ên ku li her du bereyên şerê Barzan û Şêrwanê Artêşa Iraqê pê re rûbirû bû, Barûdoxê Artêşa Iraqê heta radeyeke mezin aloz û tevlihev bû, lewma Lîwa Rukn Îbrahîm Feysel Ensarî, Fermandeyê Firqeya du li mihwerê Çame û Şêrwanê Mezin, bi broseyekê Tahir Yehya, Serokê Erkanê Artêşê, agahdar kir û pêşniyara çareseriya aştiyane û gotûbêjê jê re kir. Serokê Erkan jî neyartiya xwe ji bo vê yekê nîşan neda û jê re ragihand ku bila bi Şêx Ehmed Barzanî, Şêxê Barzan re têkiliyê deynin. Wisa bû ku Ensarî di 22ê Îlonê 1963 de nameyek bi rêya Seîd Esed Şêtin gihand Şêx Ehmed ku tê de daxwaz jê kiribû şandekê bişîne cem wî û parêzgarê Hewlêrê ji bo gotûbêj û rêkeftinê. Şêx Ehmed jî piştî şêwirînê bi Mistefa Barzanî, rêberê şoreşê, biryar dan ku bi nameyekê bersiva Ensarî bidin. 

Di encama gotûbêjên di navbera Şêx Ehmed û hikûmeta Îraqî de ku daxwaza danîna çekan a Barzaniyan kiribûn, Şêx Ehmed jî daxwaza derketina artêş û caşan ji hikûmetê kir. Di encamê de rêkeftin ku Barzanî li ser daxwaza Şêx Ehmed di 10ê Çiriya Pêşîn a 1963ê de devera Barzan bicîh hêşt û vegeriya Soran û navçeya Balekayetî. Êdî êrîş û pelamara serbazî ya hikûmetê li ser devera Barzan hat rakirin û dawî lê hat, aştî û aramî bi ser navçeyê de hat.        

Çavkanî:

1. Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Îlonê li devera Behdînan 1061- 1975, çapa yekem, 2018.

2. Hacî Mîrxan Dolemerî, Geryan bi dû dadperweriyê de, berga yekem, çapa duyem, çapxaneya Esra, Tehran, 2021.

3. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Îlonê 1961-1975, ç: yekem 2004.

4. Welî Zibêr Hostan, Çend bûyer û serpêhatî di şoreş û raperînên Barzan de, ç: yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr, 2017.

5. Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 Jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

6. Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bîroxî, berga yekem çapa duyem, Tirkiye, 2021.

7. Haşim Şêrwanî, Devera Barzan, Cografya- Dîrok-Çand, çapa yekem çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, Hewlêr, 2008.