Jînenîgarî

Sako Kanyelincî, sala 1910 li gundê Kanyelinc ser bi nahiya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna bo Yekîtiya Sovyetê xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Fatime Hedo Kerîm bûye, du kur û keçek wan hebûye bi navên Hemîn û Beyaz ku di sala 1942an de ji dayik bûne û kurê wan ê din navê wî Mûsa bûye. Herwiha li Yekîtiya Sovyetê dubare jiyana hevserî li gel Nîna pêk aniye, her li Yekîtiya Sovyetê ji ber zêdehiya temenê xwe nekarîbûye biçe zanîngehê û di kar kirinê de berdewam bûye. Herdu zimanên Kurdî û Rûsî zanîye. Di 8ê kanûna yekem a 2002an de li gundê Xêrezok koça dawî kiriye û li gundê Kanyelinc hatiye veşartin.

Xebatname

 Sala 1932an peywendî bi rêzên Şoreşa Yekem a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, piştî neskoya Şoreşa Yekem a Barzan li gel Xelîl Xoşewî, Ehmed Nasir û Ebdullah Kirkemûyî li çiyayên nêzîkî gundê Tatkê maye. Li gel çekdarên xwe li Komara Tirkiyeyê alîkariya Mistefa Barzanî kiriye.

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û serleq bûye. Di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina bingehê polîsê Şaneder û di 12ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina bingehê polîsê Xêrezok û di 20ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina bingehê polîsê Şêrwan Mezin û di 10ê çiriya paşîn a 1943an de beşdarî girtina bingehê polîsê Meznê kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha ûrfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. Di 5ê îlona 1945an de beşdarî girtina bingehê polîsê Meydan Morik kiriye, di 14ê îlona 1945an de di dema vekişîna wan bo çiyayê Pîrs, birîndar bûye.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye û fermandeyê siriyê bûye. Di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa kiriye li navçeya Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê û serqol bûye.

 Sala 1947an beşdarî şerê Sofiyan, Herb û Kûyikan kiriye, piştî neskoya Komara Demokratîk a Kurdistanê di 3ê adara heman salê de beşdarî şerê Nelosê kiriye û fermandeyiya girtina yek fewcekî serbazî kiriye û di 19ê adarê de jî beşdarî şerê Şino û Neqede kiriye.

Ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakûrk û Deşta Berazgir) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegeriyana wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirûkî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jênêral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Piştî vegeriyana xwe di heman salê de nûnerê Şêx Ehmed Barzanî bûye bo birêvebirina karûbarên civakî li navçeya Barzan.

Sala 1961 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û berpirsê mihwerê Pîres bûye. Sala 1963 beşdarî şerên Pîres û Serî Buk û Zawayê bûye, di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serî Akrêyê bûye.

 Piştî rêkeftina 11ê adara 1970yî dibe pasevanê sînor li navçeya Mêrgesorê. Sala 1974 fermandeyê çiyayê Gureze bûye. Sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê li gundê Kanyelincê niştecih bûye û salek şûnde wek penaber berê xwe dide navçeya Gerdiyan li Bakurê Kurdistanê. Sala 1979 beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û fermandeyê hêz bûye. Sala 1980 çûye Komara Îslamî ya Îranê û bi mefrezeyan beşdarî şerên Sîdekan, Lolane, Xrîne û Xwakurkê bûye.

 Sala 1991 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê, di 6ê çiriya pêşîna 1999an de di kongreya dozdehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebat û berxwedana wî di şoreşên yekem û duyem ên Barzan, Komara Dêmokrat a Kurdistanê, hevaltiya Barzanî ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê ji aliyê serok Mesûd Barzanî midalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn. Bi dirêjahiya xebata xwe 27 caran birîndar bûye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim – 2015).
  3. Hamîd Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzgirtinê, berga duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim – 2015).
  4. Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  5. Heyder Farûq el-Samirraî, Ziya Ce'fer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme – 2016).
  6. Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî – 1997).
  7. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat – 1998).
  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar – 2012).
  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1961-1975, berga sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).