Bi sedema berdewamiya çalakiyên Pêşmerge, hêzên serbazî, çekdarî û ewlehiyê yên rejîma Beis her tim di tengasiyê de derbas dikirin, eger tenê meha nîsanê ya 1986ê wek nimûne wergirin, bi dehan çalakî tê de hatine birêvebirin û ziyaneke mezin a canî û madî gihandiye hêzên hikûmetê, ev jî planeke serkeftî ya şoreşê bû ku xebata partîzanî gogdarî li berdewamiya çalakiyan û tengkirina aliyê hember û xistina tirsê di rêzên wan de dike, ji sênga wê berdewamiyê Lijneya Navçeya Zaxo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di kanûna duyem a 1986ê de, bangî endamên lijne û berpirsiyarên rêxistinan kir ku di wê mehê de çalakiyekê encam bidin bi armanca wê yekê ku gûrzekê li hêzên rejîma Beis bixin. Bi wê pîvanê ku di wê demê de hêza Pêşmerge di çarçoveya rêxistina partî de hatibû rêkxistin wek loq, navçe û rêxistin.
Destpêka çalakiyê bi pêkanîna mefrezeyeke 10-15 Pêşmergeyan û çend Pêşmergeyên şareza di rakirina mînan de, ji bo paqijkirina rêya êrîşkirinê ji mînan, çimkî Artêşa Iraqê ji bo parastina rebayan, derdora wan mînrij kiribû, çalakî dest pê kir, ew hêza Pêşmerge hatin raspardin ku li navçeya Gulî heta Batîfa cewleyekê bikin bi mebesta destnîşankirin û komkirina zanyariyan li ser bingehên hêzên hikûmetê ji bo ku êrîşî bikin ser, hêza Pêşmerge 16ê kanûna duyem a 1986ê dest bi tevgerê kirin bi nav gund û ladêyên navçeyê de, komelên zanyariyan kom kirin, di nav wan de du rebayên çekdarên kirêgirtî (caş) hebûn li serê pêçên Zirêze ku şevan yek ji rebayên xwe vala dikirin û hemû di rebayekê de kom dibûn û rojane jî vedigeriyan cihê xwe, ew cihê guncaw bû ku çalakiyê lê encam bidin, Pêşmerge çûn ji bo rebaya ku vala kiribûn, paşê xwe nêzîkî rebaya din kirin bi navê Şkêra, (30 - 40)m ti mînan nedîtin her çendî serê bilindahiyê berfê dapoşî bû, tevahiya xalên lêdana rebayê destnîşan kirin, paşê vegeriyan û nûçe ji bo hêza Pêşmerge şandin ku amadekariyan kirine êdî dema destbikarbûnê hatiye.
Rêxistinên beşdar di wê çalakiyê de ev bûn: ji rêxistina (Şehîd Mihemed Salih, Şehîd Mihemed Mehmûd, Şehîd Meho Gewda, Şingar) ligel mefrezeyeke ser bi Lijneya Navçeya Zaxo. Plana êrîşê bi vî awayî hat danîn ku serperiştiya çalakiyê bi Seîd Boselî hat spartin, Osman Qasim berpirsiyarê êrîşkirinê, pênc xal hatin destnîşankirin ku bi (RPG) lê bidin û her aliyek ji aliyê xwe ve li rebayê bide, demjimêra sifir 12:30 xulek hat diyarkirin ku hemleya yekem birêve biçe, 20 heta 30 Pêşmerge di bin serperiştiya Ebû Bro hatin amadekirin ligel hawaneke 57mm li rebaya valakirî bên bicihkirin wek hêza piştgiriyê eger her giriftiyek di dema êrîşê de hat pêş, ew ji wir ve piştgiriya êrîşê bikin, hêzeke din a 10 heta 15 Pêşmerge hatin amadekirin li cihêkê ji bo rêgirtinê li her hêzeke ser bi Artêşa Iraqê eger niyaza êrîşê kirin ji bo cihê çalakiyê.
Di 19ê kanûna duyem a 1986ê de hêza Pêşmerge ji bo cîbicîkirina erka diyarkirî dest bi tevgerê kirin, karên wek çawa nexşe jê re hatibû kişandin birêve çûn, berî dema diyarkirî tevahiya Pêşmergeyan gihîştin cihê xwe û çaverêyî fermana bûn, demjimêr 12:30 xulek Osman Qasim berpirsiyarê çalakiyê ferman bi (RPG) bi desteyan kir ku dest bi kar bibin, ji her pênc xalan ve agirê (RPG)yan bi arasteya rebayê şeva tarî kir roja ronahî, ji bo dema (20 - 30) xulekan şer bi wî awayî berdewam bû, lê heta dihat ber bi bergirî rebayê lawaz dibû, paşê qonaxa duyem a êrîşê dest pê kir ku desteyeke Pêşmerge xwe gihandin nêzîkî dîwarê rebayê, piştî wan desteyeke din jî bi heman awayî gihîştin xwarê dîwarê rebayê, bi narincok û çekên destan êrîş kirin heta bergirî bi temamî di rebayê de nema, yê hat kuştin û yê din jî ji beşa bakur ve reviyan û rebayê bi cih hêştin, Pêşmerge çûn nav rebayê û dest bi ser de girtin û çend teqeyên xwe bi asman ve kirin ku nîşana serkeftinê bû, paşê kelûpelên wan kom kirin û agir tê berdan.
Piştî temambûna karê wan ê giring û komkirina destkeftiyan ku 5 çekên kalaşnîkof û yek (RPG) û yek amûra lasilkî û 3 sindoqên fîşekên kalaşnîkof û 30 narincokên destan, 50 sacorên kalaşnîkof, biryara vekişînê dan û cihê xwe bi cih hêştin, şayanê behsê ye di wê çalakiyê de hêza Pêşmerge ti ziyanek negihîşt wan. Ziyana çekdarên kirêgirtî jî tevî wan destkeftiyên ku hatin behskirin, du termên wan jî di rebayê de ketin ber destê hêza Pêşmerge.
Çavkanî:-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
-
Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyn şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) da, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.
-
Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Heccî Bîroxî, berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.





