Çalakiyên partîzanî yên hêza Pêşmerge ya Kurdistanê çend cor û şêwaz bûn, li gorî rexsîna hewldanên cihê erdnîgarî û rewşa hêza Pêşmerge, yek ji corên çalakiyan danîna bosêyê bû li ser rê û cadeyên ku hêzên serbazî û ewlehiyê yên hikûmetê hatûçû pê dikirin ji bo cîbicîkirina erkê ku pê dihat spartin, beşek ji wan erkan êrîşên serbazî bûn bo ser Pêşmerge û gund û ladêyên Kurdistanê, diyar e ji bo rûbirûbûna wan hêzan ji aliyê Pêşmerge ve danîna bosêyê bijardeyeke guncaw bû, wek di amajeyê de hatiye çendîn çalakiyên Pêşmergane yên bi vî rengî tên dîtin û ziyanên mezin gihandine hêzên Artêşa Iraqê.     

 Hêzeke bîst Pêşmergan bi fermandeyê Zêrevan li navçeya Bamernê devera Badînan di gerê de bûn, di 11ê sibata 1988an de, gava gihîştin gundê Dehê piştî bêhnvedaneke kurt civiyan, di wê civînê de çawaniya encamdana çalakiyeke Pêşmergane gotûbêj kirin, biryar dan ku bosêyek li cihêkê ji bo hêzên rejîma Beis deynin, piştî nêrîneke bilez nêzî gundê Berbankê rêya navbera Bamernê û Skrînê wek cihêkê guncaw hat zanîn, armanc ji wê çalakiyê gihandina ziyaneke mezin bû bi wan hêzên ku di wê rêyê de hatûçû dikirin ji aliyekê, ji aliyekê din ve hebûna hêza Pêşmerge li navçeyê biselmînin û tirs û dilgiraniya zêdetir bixin nav rêzên rejîma Beis, hêza Pêşmerge şev çûn Bamernê û man heta saet 4ê sibehê, paşê ber bi cihê bosêyê ve bi rê ketin, piştî birîna rê ji bo dema 2 saetan, nêzî 6ê sibehê 12ê sibata 1988an gihîştin cihê mebest, li ser rê bi nexşeyeke mukim dabeşî ser xalan bûn û xwe veşartin di çaverêya hatina hêzên hikûmetê daku ji nişkê ve êrîş bikin ser wan û ziyanê bigihînin wan, ji bo hêzên hikûmetê jî biselmînin ku şoreş bi hêz e û her gava û li her cihê be dikare gûrzeke mezin li wan bide.

  Piştî ku ji bo dema sê saetan di çaverêya hatina hêzên Artêşa Iraqê, bi diyarkirî saet 9ê berî nîvro otomobîlekî hêzên ewlehiyê yên Beis bi rêyê hat û 8 sîxûr tê de bûn, Pêşmergan ku ji dûr ve dîtin xwe amade kirin û lûleyên çekên xwe arasteyî otomobîla serbazî kirin, gava gihîşt cihê bosêyê ji hemû aliyan ve êrîş birin ser û dan ber destrêjiyan, bi çekên kalaşnîkov û bîksî û ar pî cî ji bo dema 16 xulekan di şerekî berdewam de bêyî ku derfetê bidin hêza hikûmetê, ku karibin tenê parêzgariya li xwe jî bikin, belkî di wê dema kurt de bêdeng kirin, ji wan 8 sîxûran çar hatin kuştin û çarên din jî dîl hatin girtin, ku du ji wan birîndar bûn û du yên din tiştek bi wan neketibû sax bûn, çalakî di demek kurt de qediya, hemû çekên wan dest bi ser de hatin girtin, ku pêk hatibû ji 7 kalaşnîkov û yek ar pî cî, paşê ku şer qediya û Pêşmerge serkeftin bi dest xist û armanca xwe pêk anî bêyî ku ti ziyanek bigihêje wan, êdî mayîna Pêşmerge li wî cihî ti sûdek nebû, belkî pêwîst bû cihê xwe zû bicîh bihêlin û xwe bigihînin navçeyên azadkirî ligel veguhastina dîl û destkeftiyên xwe, biryara vekişînê dan û cihê xwe bicîh hiştin.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

2-Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.