Di destpêka sala heştê ya sedsala borî de çalakiyên Pêşmerge bi awayekî fireh bûbûn ku piraniya navçeyên Başûrê Kurdistanê girtibû, ev çalakî bi awayê partîzanî di nav gund û bajar û bajarokan de dihatin encamdan, bi wan sedeman şilejaneke mezin di nav rêzên Artêşa Iraqê de çêbibû, ev çalakiyên partîzanî zêdetir pêk dihatin ji derb lêdan li wan zilamên rêjîmê ku xelk diçewsandin û herwiha danîna kemînan li ser rêya hêzên leşkerî û ewlehiyê û êrîşkirin li ser molge û bingehên wan ên leşkerî, di encamê de rêjîma Beis zirar û ziyaneke mezin dît di kuştî û birîndar û dîlgirtina bi hezaran serbaz û pile-dar û karmendên ewlehiyê, tevî wê jî çek û cebilxaneyeke gelek zêde bûn destkeftiya şoreşê, yek ji van çalakiyên partîzanî pêk dihat ji desteser-kirina rebaya Duwanzde Mılanê nêzîkî bajarê Zaxo.

Hêzeke Pêşmerge ser bi rêxistina Rêncberan bi fermandariya Mihemed Murad û rêxistina Şehîd Hemîd bi fermandariya Cebar Mihemed li devera Badînan ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî xwe saz û amade kirin, destpêkê li gundê Pêreka civîneke wan kir, di wê civînê de ji bo berdewamîdan bi xebatê, biryar dan ku çalakiyekê encam bidin ji bo ku derbeyeke kujer li hêzên rêjîma Beis bixin, piştî ku di civînê de nexşe û plan hat danîn, ber bi gundê Çem Sîrmo bi rê ketin, piştî ku şev li ser wan hat, bi berava rûbarê Xabûrê rê girtin ber bi Zaxo, gava nêzîkî bajar bûn, li rêya berê rojhilatê rûbarê Xabûrê hêzên leşkerî û ewlehiyê yên hikûmeta Îraqê kemîn danîbûn, gava nêzîk bûn, çavşaxê hêzê hest bi hebûna kemînê kirin, bi lez bi rêya xwe de vegeriyan û ji kemînê rizgar bûn.

Piştî ku hemû hêz bi hev gihîştin, soz dan ku kol nedin û careke din hewl bidin heta armanca xwe bi cih tînin venegerin bingehên xwe, her li wê cihê biryar hat dan ku êrîş bikin ser molgeheke leşkerî ya Artêşa Iraqê bi navê rebaya (Duwanzde Mılanê) ku li rûbarê Xabûrê dinêrî nêzîkî bajarê Zaxo, saet 9:30 xulekên şevê hêza Pêşmerge gihîştin nêzîkî rebayê û di yek demê de bi (Ar. Pî. Cî) û narincok û wan çekên di destê wan de bûn dest bi gulebaranê kirin, paşê êrîşî rebayê kirin, bi demekê kurt karîn rebayê bêdeng bikin û desteser bikin û ziyaneke mezin li serbazên rebayê bixin.

Di encamê de dest bi ser çendîn çek û teqemeniyên serbazên rebayê de girtin di nav wan de: 6 çekên kalaşnîkov û 5 sindoqên fîşekên rûsî yên heman cureyê çek, yek (Ar. Pî. Cî) û 8 gule, yek reşeşê Grînov ligel hezar fîşekên heman cureyî, herwiha yek sindoq narincok û gelek ji kelûpelên leşkerî dest bi ser de hat girtin, lê di wê demê de ku Pêşmerge êrîşî rebayê kir, hêzeke mezin a leşkerî ji Zaxo ber bi cihê şer bi rê ketin ji bo hewarçûna hêza leşkerî ya rêjîmê, lê hêza Pêşmerge gelek bi lez destkeftiyên xwe kom kirin û biryara paşekişeyê dan û cihê xwe bi cih hêlan.    

Her di wê şevê de ji bo beyanî hêza Pêşmerge gihîştin gundê Pêreka, brûskeya encamdana çalakiyên partîzanî arasteyî Lijneya Navçeya Zaxo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê kirin, wan jî destxweşî û supasiyeke germ û gur a berpirs û Pêşmergeyên her du rêxistinên navborî kirin li hember wê mêrxasiya ku tomar kirin. Ji bo roja din hikûmeta Îraqê wekî pîşeya her carê ku li cihên din digirt ber, navçe topbaran kir, ji bilî wê çend firokeyên şer şandin ser asmanê navçeyê û bombebaranekî çir kirin, lê ji bo bextê niştecihan ziyan bi dû xwe de neanî, şayanê gotinê ye ew çalakî ya Pêşmerge dengvedaneke mezin bi dû xwe de anî bi wê pîvanê ku ji Zaxo nêzîk bû û herwiha ziyaneke bi hêza rêjîma Beis gihand, bi wê sedemê xelk gelek pê dilxweş bûn.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, berga çarem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

          2- Murad, Mihemed, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) da, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.

         3- Gerdî, Xazî Adil, Pêşmergeyek di xizmeta rîbaza Barzanî da Hecî Bêroxî berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.

4- Zêbarî, Şîmal, Hinek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê da, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.